Doza Tahîr Elçî: Bersûc wê bi SEGBÎS’ê werin guhdarkirin 2020-10-21 14:01:23   AMED – Şandeya dadgehê di doza Tahîr Elçî de guhdarkirina bersûcan ya bi rêya SEGBÎS’ê li gorî ûsûlê dît û navber da danişînê.    Danişîna ewil a doza derbarê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li bin Minareya Çar Ling a Sûra Amedê de hatibû qetilkirin tê lidarxistin. Di danişîna 3 polîs 4 bersûc tên darizandin û danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn Amedê didome. Bersûcên polîs bi rêya pergala deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    Parêzerên malbata Tahîr Elçî xwestin bersûcên polîs werin li danişînê îfade bidin. Parêzeran got heke neyên ewyana danişînê di ekrana SEGBÎS’ê de tiştek nayê fêmkirin û ji ber ku danişîn bi rêya SEGBÎS’ê bi pêkûpêk nayê kirin, di van şertan de darizandin pêk nayê.    Şandeya dadgehê guhdarkirina bersûcan ya bi rêya SEGBÎS’ê li gorî ûsûlê dît, daxwaza parêzeran red kir û saet heta 14.00’an navber da danişînê.