HDP’ê ji bo aşkerakirina goristanên serokên kurd pêşniyarqanûn da meclisê 2020-10-21 13:32:50   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, ji bo aşkerakirina gorên serokên kurdan ên mîna Seîd-î Kurdî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalit Begê Cîbranî ku hatin kuştin ango jiyana xwe ji dest dane, pêşniyarqanûn da meclisê.    Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, ji bo radestkirina cenazeyê wan û aşkerakirina gorên serokên kurdan ên mîna Seîd-î Kurdî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalit Begê Cîbranî ku hatin kuştin ango jiyana xwe ji dest dane, pêşniyarqanûn da meclisê.    Omer Ocalan, di pêşnûmeqanûna xwe de qala girîngiya goran a li ser bîra civakan kir û destnîşan kir ku dîrok ji goristanan dest pê dike. Ocalan, xwest ku dewlet gorên serokên navborî diyar bike, lêborîn ji malbatên bixwaze û tazmînatê bide malbatê wan.