Li Amedê jinek hat qetilkirin 2020-10-21 13:18:36   AMED – Li navçeya Yenîşehîrê jina ciwan a bi navê Melek Arslan hat qetilkirin.    Li kuçeya Hunerê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, di encama êrîşeke çekdarî de jina ciwana a bi navê Melek Arslan (24) hat qetilkirin. Hat hînbûn ku Arslan ji Semsûrê hatiye Amedê û ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin. Birayê Arslan li cihê bûyerê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.