Di doza Elçî de ji bersûcan hat pirsîn: Hûn dixwazin beşdarî danişînê bibin? 2020-10-21 12:58:39   AMED – Di danişîna doza Tahîr Elçî de parêzeran daxwaz kir ku bersûc beşdarî danişînê bibin. Li ser vê yekê şandeya dadgehê ji bersûcan pirsa dixwazin beşdarî danişînê bibin an nabin kir.    Danişîna ewil a doza derbarê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li bin Minareya Çar Ling a Sûra Amedê de hatibû qetilkirin tê lidarxistin. Di danişîna 3 polîs 4 bersûc tên darizandin û danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn Amedê didome.    Polîsên bersûc S.T., F.T. û polîs M.B. yê hatiye îxrackirin û parêzerên xwe bi rêya pergala deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî û parêzerên Elçî di danişînê de amade bûn.    Di danişînê de hat zanîn ku bersûcê firarî Ûgûr Yakişir ê tê gotin “endamê rêxistinê ye” derbarê wî de biryara girtinê heye.    Parêzerên Elçî xwestin bersûc beşdarî danişînê bibin. Serokê dadgehê got ew ê piştî parastina bersûcan daxwaza parêzeran binirxînin. Parêzer Fîkret Îlkîz diyar kir ku ji bo darizandina çeperast dikaribin bikin û li gorî pêwîstiya ûsûlê divê ewil derbarê bersûcan de biryara beşdariya danişînê were dayîn.    Parêzerên malbata Elçî daxwaz kirin ji bo darizandin bi çalak were kirin wesfê sûc, girîngiya dozê, têkoşîna bi bêcezakirinê re dîroka danişînek were diyarkirin ku bersûc beşdar bibin.    Serokê dadgehê bi rêya SEGBÎS’ê ji bersûcan pirsa dixwazin beşdarî danişînê bibin an nabin kir. Bersûcan got ew dixwazin li bajarên lê dimînin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibin.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a ku bersûc beşdarî danişînê red kir.