Di doza Tahîr Elçî de sepana akredîteyê danîn pêşiya rojnamevanan 2020-10-21 11:45:40   AMED – Şandeya dadgehê ya ku doza derbarê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi rêve dibe, sepana akredîte danî pêşiya rojnamevanan.    Danişîna ewil a doza derbarê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li bin Minareya Çar Ling a Sûra Amedê de hatibû qetilkirin dest pê kir. Di danişîna 3 polîs 4 bersûc tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn Amedê tê lidarxistin. Şandeya dadgehê beriya danişînê lîsteya navê rojnamevanên dozê dê bişopînin xwest. Dadgeh destûra rojnamevanên medya alîgiriya îqtîdarê dike da ku dozê bişopînin. Serokên baroyan li ber sepana akretîde ya dadgehê derketin û têkildarî mijarê hevdîtina wan li gel dadgehê didome.