Doza derbarê kuştina Tahîr Elçî de dest pê kir 2020-10-21 11:17:46 AMED – Danişîna ewil a doza derbarê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de hatibû vekirin piştî 5 alan di bin tevdîrên giran ên polîsan de dest pê kir.  Danişîna ewil a doza derbarê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li bin Minareya Çar Ling a Sûra Amedê de hatibû qetilkirin dest pê kir. Di danişîna 3 polîs 4 bersûc tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn Amedê tê lidarxistin.    Polîs F.T., S.T. û M.S. yên ne girtî tên darizandin ji sûcê “bûne sedemê kuştina bi zanebûn û qestî” tên darizandin û ji 3 salan heta 9 salan cezayê hepsê bo wna tê xwestin. Bersûcê firarî Ûgûr Yakişir hem ji kuştina Elçî û hem jî ji kuştina polîs Cengîz Erdûr û Ahmet Çiftaslan ên kêliyek beriya Elçî hatibûn kuştin tê darizandin û derbarê wî de 3 caran cezayê muebeta girankirî û 45 sal cezayê hepsê tê xwestin.    DERVE Û HUNDIRÊ EDLIYÊ JI POLÎSAN XUYA NAKE    Beriya danişînê polîsan bi barîkatan derdora Edliya Amedê girtin. Li hundirê edliyê jî bi dehan polîs hatine bicihkirin. Gelek polîs jî li eywana danişînê tên sekinandin.    GELEK KES DIŞOPÎNIN    Malbata Elçî, Parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Necdet Îpekyuz, Dersim Dag, Mehmet Ruştu Tiryakî, parlamenterê serbixwe Ahmet Şik, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, endama Delegasyona Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyê Sema Kiliçer, serokên baroyên Amed, Stenbol, Îzmîr, Mêrdîn,i Dîlok, Colemêrg, Edene, Êlih, Riha, Sêrt, Şirnex û parêzerên ji gelek bajaran hatine, parêzvanên mafê mirovan ji bo beşdarî danişînê bibin li edliyê kom bûn.    88 KESAN HILDAN HUNDIR    Lê belê her kesî bernedan hundir. Bi endamên şandeya dadgehê re bi giştî 88 kes berdan hundir. Polîsên bersûcên dozê dê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî dozê bibin.    Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.