Di têketina şaredariya ku daxwaza kar jê dikir întihar kir 2020-08-03 12:27:23   ÇEWLIK – Cengîz Ûçar ku demeke dirêj e bê kar e, ji bo kar serî li Şaredariya Bongailanê da û ji ber ku ji şaredariyê bersiva neyînî girt, di têketina şaredariyê de întihar kir.     Li navçeya Bongilanê ya Çewlikê, ciwanê 25 salî yê bi navê Cengîz Ûçar, di têketina Şaredariya Bongailanê de întîhar kir. Hat diyarkirin ku Ûçar, ji hilbijartinên herêmî ve ji bo kar serî li Şaredariya Bongailanê dide, lê serlêdanên wî bêbersiv mane û ji ber ku kar nabîne pirsgirêkên aborî dijî.    DI TÊKETINA ŞAREDARIYÊ DE ÎNTÎHAR KIR   Ûçar ku demeke bêkar e, îro saet di 05.00’an de çû avahiya şaredariyê û xwe bi hesinên têketina şaredariyê ve daleqand û întîhar kir. Piştî ku ji hêla welatiyên ku di ber avahiyê re derbas bûn ve hat ferqkirin, ambûlans û komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bogilanê û hat hînbûn ku Ûçar jiyana xwe ji dest daye.    XWESTIBÛ XWE BIŞEWITÎNE   Ûçar ku pirsgirêkên aborî dijiya, sala borî jî hewl dabû xwe li ber Şaredariya Bongailanê bişewitîne û li ser qanihkirina welatiyên li derdorê dev ji vê hewldanê berdabû.    JI ŞAREDARIYÊ KAR DIXWEST   Cenazeyê Ûçar, rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê. Derbarê Ûçar de li ser medya civakî agahiyên ku girêdayî hişbirê bûye hatin parvekirin. Malbata Ûçar, destnîşan kir ku agahiyên li ser medya civakî ji rastiyê dûr in û kesên parvekirinan kirine dixwazin ser rastiya bûyerê bigirin.    Hat hînbûn ku Ûçar û 3 xwişk û birayên wî hene û xwişk û birayên wî jî weke wî bê kar in û di hilbijartinên herêmî de ji bo Ûçar ji aliyê şaredar ve sozê girtina kar hatiye dayîn, lê ji ber ku ev soz bi cih nehatiye, Ûçar bi dehan car çûye şaredariyê serlêdana kar kiriye.