Li Bestayê 3 roj in mudaxileyî şewatê nayê kirin 2020-08-03 12:26:33   ŞIRNEX – Li herêma Besta ya girêdayî Şirnexê 3 roj şewat didome û mudaxileyî şewatê nayê kirin.    Li Zozanê Şerevanê ya girêdayî herêma Besta ya Şirnexê 3 roj in şewat derketiye û ev şewat didome. Tê gotin leşkeran agir bi deverê xistiye. Şewata li deverên Şerevan, Çemê Mezin, Xare Kuna û 3 deverên din ên cuda didome û kes mudaxile nake.    Hat diyarkirin ku heta niha ji ber şewatê bi sedan dar şewitîne.