MXDŞ'ê xwest fermana 73’an weke cenosîd were naskirin 2020-08-03 10:47:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya 6’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da û got: “Di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê dijminê mirovahiyê ve li ser civaka Ezidî fermaneke mezin pêkhat, divê cihan vê fermanê weke cenosîd nas bike û qebûl bike. Di heman demê de fermana 73’ya di şexsê civaka Ezidî de li dijî hemû mirovahiya azad hatiye kirin."    MXDŞ’ê bi boneya 6’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyaniya MXDŞ’ê wiha ye;   “Em ferman û cenosîda 73’yan ku li ser gelê me hatî pêk anîn bi tûndî şermezar dikin ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de dest pêkir û li ser Şengalê bi hezaran jin, ciwan û mirovên axa qedîm a civaka Ezîdî ji aliyê çetên DAIŞ’ê ve hatin dîl girtin, bi sedan mirov hatin qetilkirin, destavêtin, destdirêjî û êşkenceya bi rêbazên cuda li ser wan hate bi karanîn. Deh hezaran jin û bûkên me yên ciwan li sûkên Mûsilê û Bexdayê hatin tecawizkirin û hatin firotin. Li ser bîranîna hemû Şehîdên fermanê di şexsê Mam Zekî Şengalî, Şehîd Berîvan, Şehîd Zerdeşt, Şehîda xîretê Şehîd Ceylan, Şehîd Xeyrî Xidir, Şehîda nemir dayê Gulê û tevahî Şehîdan bîr tînin û bejna xwe li hemberî keda wan a mezin ditewînin.   Civaka Ezidî ji civakên herî kevnar a Rojhilata navîn peyda bûye. civakeke herî pîvan û xwedî ehlaq e. Xwedî dîrokek resene û xwezayî ye. dîroka xwe bi aşitî û wekhevî bi biratî domandiye. Ji bo wê jiyana hevbeş azad esase ji bo civaka Ezidî. Hurmet dayîna pêkhateyên ku cîran ji bo wan pîvaneke serekeye. Ji bo wê civaka Ezidî ji bo kesekê nebûye metirsî, zerar û ziyan nedaye kesekê û ev jî dunya hemû dizane û serenserî dîroka vê baweriyê de diyar e. Lê civaka Ezidî di dîroka xwe de ji aliyê serdest, nijatperest û dewletên zilhêz û dijminên gelên azadîxwaz rastî gelek cenosîd û fermanan hatiye. Fermana herî dawî 3’ê Tebaxa 2014’an li ber çavên hemû cîhanê pêkhat, encama bazdan û xwedîderneketina ew hêzên li şengalê diman qaşo parastina şengal dikirin, lê Şengal bê parastin hiştin û bazdan di ancama bazdana wan bi erkê xwe ve ranebûn. Civaka Êzidî rastî qetilamekê pir dijwar û bê exlaqiyek pir mezin hat. Cîhanê jî ji vê cenosîdê re çavên xwe girt û xwe kerr, kor û lal kir, bi sed hezaran kes ji warê xwe derketin bi hezaran kes hatin qetilkirin û hatin dîl girtin, bi dehan gorên komî çêbûn, her wiha bi hezaran jin dîl hatine girtin û heta roja me ya îro çarenusa wan nediyare, di wê fermanê de hate xwiyakirin ku ew hêzên hebûn bi DAIŞ’ê re nava lihevkirina de bûn, esasên kiryarên wan û nêzikatiyên wan nehişt xelkê herêmê xwe xelas bike dema şer gihabû şengalê wan gelek agahî şaş didan gel û gotin tiştek nîne. Heta kêliyên ku DAIŞ bi ser gel de girtin, ew jenosit bêkanin. Her wiha ji beriya DAIŞ êrîş bike bi çend roja silahên gel ji aliyê hêzên pêşmergan ve hate komkirin.   Dema ev êrîş pêkhat û ev qetilam hate çêkirin berî wê PKK 12 gerîlayan rêkirîbûn şengalê û wan gerîla pêşiya vê qetilamê girtin karîbun ji wî gelî re rênasiyê bikin wî gelî xelas bikin. piştî wê hêzen HPG’ê û YJA-Star bi hewara vî gelî ve hatin bi alîkariya YPG YPJ qerîdoreke mirovî vekirin û ev civak di wê riya mirovahî de xelas kirin. Van hêzan bi îradak ji pola dema her kes ji mirinê baz dan û direviyan wan berê xwe dan mirinê ji bo me xelas bikin ew erkeke insanî û dîrokî bû ku pê rabun em weke civaka Êzidi cara yekê me dît hêzekê xwe ji bo me feda kiriye di dîroka Êzidiya de, hertim her kesê pişta xwe didan me em tenê dihiştin. Lê van hêzan ji bo me berê xwe dane mirinê bi sedan şehîd di ber me de dan û xwe feda kirin ji bo wê jî em weke civak û gelê Şengalê spasiya wan hêza dikin em her tim minetdarê wanin ku em ji vê qetikirinê xelas kirin.   Piştî ew qetilam rû da û civak hate rizgarkirin bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi pêşengî û alikariya Hêzên HPG’ê hêzên parastinê hatin avakirin YBŞ weke berhemê fermana 73 rabû. Her weha bi pêşengiya Mam Zekî Şengalî 2015 ji bo şengal bive xwedî rêberî meclisa avaker ya şengal hate avakirn. Ew meclis weke îrada gelê Êzidî hate destgirtin. ji bo ku civaka Êzidî careke din rastî xiyanet neyê û neyê xapandin her weha bo gelê Şengal bibe xwedî stato û bigihê mafên xwe yên rewa, cenosîda ku hatiye kirin ji bo were qebulkirin bê navber kar û xebat da meşandin. Ev 6 sale ew meclisa ku bi ked û fedekariya Mam Zekî tovê wê û bingehê wê li serê çiyayê Şengalê hate avakirin, îro rêveberiya Şengalê dike û pêşengiyê ji bo tevahî Êzidiya dike, li ser pêşeroja Êzidiya dixebte. Êdî ev civak bi vî fikirî li himberî hemî êrîşan disekine û xwe ji tunebunê diparêzin. Ew fermana ku 2014 rabû heta roja me ya îro ji aliyê dijmin ve tê meşandin. Lê ev îradeya derketî dibe asteng û nahêle ew bigihin armanca xwe hemî pilanên wan vala derdixe.   Her weha ew ferman diyar dibu hedefa wê ew bû ku him civaka êzidî tune bike hem jî xelkê herêmê û pêkhatiyên wê li beranberî hev bê bawer bike û dijminatiyê têxe nava xelkê herêmê. Ji ber ku Şengal bajarê pêkve jiyanê dihate naskirin, hemî pêkhate têde jiyan dikirin. Welatê me weke baxçê gula bû, lê wan xwest vî baxçeyî hişk bikin. Hêzên serdest ji bo ku karbin xwe di Êzidxanê de bi cih bikin û destilatdariya xwe bidin meşandin, ji bo ku vê piroja xwe ya dagirkeriyê bi ser bixin xwestin li herêmê şerê navxweyî derbixe. Lê ew biser neketin, Ji ber civaka Êzidî baş dizane ku hemî pêkhate ne şirîkê vê qetilamê ne gelek ji wan jî zerer dîtin, lê yên ku destê wan ketine xwîna Êzidiyan wê tu carî bê hesab nemînin, wê hesabê wê nêz ne dereng bidin.   Ev şeş sal derbasbûn Hikûmeta Iraqê li beramberî civaka Êzidî ya birîndar bi erka xwe ranebûye. Divê Iraq vê komkujiyê wek cenosîd qebûl bike. Ger wisan neke wê civaka Êzidî ti carê Iraqê efû neke.   Her wiha em bang li tevayî gelê Kurd dikin ku xwedî li Şengalê derkevin, ji berku xwedî derketina li Şengalê di heman demê de xwedî derketina li pîvan û exlaqê Êzdayetiyê ye. Gerek em Şengalê wek paytexta Êzidiyan bibînin û em wisan nêz bibin.   Gelê me yên li kampan dimînin, divê di demek zû de vegerin ser axa xwe, vegera Şegalê tê wateya xwedîderketina li ola xwe, çanda xwe û axa xwe.   Herî dawî em wek Meclîsa Xweseriya Şengalê, carek din soza xwe ya bi şehîdên xwere dubare dikin,ji bo civaka me bibe xwedî îrade, statû û bigiihe mafên xwe em ê di nava berxwedan û têkoşînê de bin. Bedelê vê têkoşînê çi dibe bila bibe, em ê bê dudilî bidin. Her wiha em ê tola şehîdên Fermana 73’an ji dijmin hilînin.”