Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin dê şîn nebin 2020-08-03 10:17:17   ENQERE – Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin hişk bûn. Endezyarê daristanê Ahmet Demîrtaş got darên hişk bûne dê carek din şîn nebin.   Şaredariya Navçeya Çankaya Enqereyê di sala 2017’an de ji ber li Parka Kûgûlû daran şaş kesixand tevî ku 3 sal derbas bûn jî şîn nebûn. Ev park yek ji parkên li Enqereyê herî zêde xelkê rûdinê ye. Li vê parkê darên cûr bi cûr hebûn. Tê gotin ji 37 cûreyan bi giştî 231 dar hebûne. Şaredariya Çankayê ji van darên cûr bi cûr 47 heb birîn. Her wiha şaredariyê bi hêceta şax ango guliyên daran bi ser xelkê de dikevin gelek daran kesixand. Piştî vê kesixandinê dar şîn nebûn û hişk bûn. Miduriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Çankayê da zanîn ku tu xebata wan têkildarî parkê nîne.    DÊ DAR ŞÎN NEBIN    Endezyarê daristanê Ahmet Demîrtaş li parkê têkildarî darên hişk bûne ji ajansa me re axivî û diyar kir ku heke ev darên berê şîn bibin jî wê wek berê nebin û dê siya li ser parkê çê nekin. Demîrtaş da zanîn ku bêyî tenduristiya daran li ber çavan bigirin bi awayek xelet dar hatine kesixandin û gelek dar ji ber vê kesixandinê hişk bûne. Demîrtaş got darên hişk bûne dê carek din şîn nebin.   MA / Zemo Aggoz