Parêzerên Tîmtîk û Unsal: Em agahiyê ji muwekîlên xwe nagirin 2020-08-03 09:02:43   STENBOL - Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne, piştî rapora ATK'ê li şûna bên berdan, dadgehê dîsa biryara berdewama girtina wan da û şand girtîgehê. Hempîşeyên Tîmtîk û Uysal, anîn ziman ku ji Tîmtîk û Unsal agahiyê nastînin û gotin: "Muvekkîlên me di bin rîskek mezin de dijîn."    Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku girtî ne, bi daxwaza "Darizandina bi edalet" çalakiya rojiya mirinê berdewam dikin. Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal, li gel rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya "Girtina wan a di şertên girtîgehê de ne gunçav e" jî Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewama girtina wan da û dîsa şandin girtigehê. Tîmtîk 214 rojin di rojiya mirinê de ye û niha bêyî daxwaza wê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadi Konukê kirine. Aytaç Unsal jî 183 rojin di rojiya mirinê de ye û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiye ya Kanuni Sultan Suleyman tê girtin. Rewşa Tîmtîk û Uysal her ku diçe bêtir giran dibe. Lê bi biryarin ku heta daxwaza wan pêk neyê çalakiya xwe bernadin. Hempîşe û parêzerên Tîmtîk û Uysal, diyar kirin ku roj bi roj rewşa muwekilê wan xerabtir dibe û xwestin bi lez bên berdan.    ‘DEREW KIRIN Û RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ'    Parêzera Timtik û Unsal a ku dosya dozê û tenduristiya muwekilê xwe ji nêzîk ve dişopîne, Ceren Yilmaz, destnîşan kir ku rayedaran bi gotina “Ewraqên ATK'ê kêm in" derew kirine û Timtik û Unsal ji hucreyan derxistine û sewqî nexweşxaneyan kirine. Yilmaz, anî ziman ku hempîşeyên wê her tim daxuyaniyê didin ku bi zorê mudaxaleyê qebûl nakin û got: “Em dizanin ku li nexweşxaneyê belgeya ku bi zorê mudaxaleyê qebûl nakin îmze kirine. Dîroka Tirkiyeyê bi kesên di encama mudaxaleya bi zorê de seqet mane tijî ye. Mînaka herî şênber û nêzîk Mustafa Koçak e. Ji ber bi zorê mudaxaleyî Mustafa kirin di rojên pêş de jiyana xwe ji dest da. Em fêr bûn ku îşkence li Mustafa kirine. Niha ji bo hempîşeyên mejî heman tişt heye. Em agahiyê ji wan nastînin."    JIYANA WAN DI TALÛKEYÊ DE YE   Yilmaz, anî ziman ku niha hempîşe û muwekilê wan li nexweşxaneyê tên girtin û ji ber şewba vîrûsê jiyana wan di talûkeyê deye. Yilmaz, bibîr xist ku nexweşxaneya ku Unsal lêye nexweşxaneya şewbê ye û rîska vîrûsê pir zêde ye. Yilmaz, anî ziman ku ew nizanin ku tedbirê çawa ten girtin û bi fikar in."    PARÊZER ŞARALDI: BI RÎSKEK MEZIN RE RÛ BI RÛ NE   Parezera dozê Seda Şaraldi jî anî ziman ku nexweşxane ji bo tenduristiya mirov ne cihê baş in û wiha got: "Nexweşxane dê bandorek mezin a neyînî li ser tenduristiya Tîmtîk û Unsal çêke. Bi şandina nexweşxaneyê rîska enfeksiyonê zêdetir kirin. Niha şewb belav dibe û didome. Bi taybetî li nexweşxaneya Aytaç Unsal polîklînikên Kovid-19  heye. Ev rîska enfeksiyon û şewbê zedetir dike. Ev ji bo muwekilên me talûkeyek mezin e."    ENCAAMA MUDAXALEYA BI ZORÊ    Parêzer Seda Şaraldi destnîşan kir ku Timtik û Unsal di bin gefa mudaxaleya bi zorê de ne û wiha bi dawî kir: "Mudaxaleya bi zorê mudaxaleya li dijî vîna girtiyan e. Eger bêyî daxwaza wan serûmê girê bidin û xwarinê bidin wan ev mudaxaleya bi zorê ye. Berê jî bi zorê mudaxaleyi girtiyan kirin. Ji ber mudaxaleya bi zorê hişê wan çû. Êdî her tişt ji bîr kirin û sewet man. Bi sendroma Wernicke-Korsakoffê ketin û gelek bandorên din li ser wan çêbûn. Dadgeh daxwaza wan a edaletê nabîne. Me dîsa îtiraz kiriye, lê encama îtiraza me ya navberê hêj aşkere nekirine."