Fermana 74’an didome: Dixwazin tevahiya êzidîyan qetil bikin 2020-08-03 09:02:00   STENBOL - 6 sal berê di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê bi ser Şengalê de girt û bi hezaran êzidî qetil kirin. Li dijî Êzidîyan fermana 74’an pêk anîn. Civaknasê Êzidî Azad Bariş, destnîşan kir ku Fermana 74'an ku 6 sal berê dest pê kiribû hêj didome û wiha got: "Em dibînin ku hêj Tirkiye bê navber Şengalê bombe dike. Ev nîşan dide ku dixwazin komkujiya nîvco mayî temam bikin."    6 sal berê Fermana 74'an bi serê civaka Êzidî ya Şengalê ve hat. Komên çekdar ên DAIŞ'ê piştî Mûsil dagir kirin, berê xwe dan Şenalê. Pêşmergeyên PDK'ê ku Şengal diparastin, piştî hatina DAIŞ'ê bêyî şer bikin, hemû çeper û kozik berdan û Şengal terkî destê DAIŞ'ê kir. Pêşmergeyan hem şer nekir, hem jî çek teslîmî civanên Şengalê nekir û destûr nedan ku ciwan jî li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Ji ber vê yekê komên çekdar ên DAIŞ'ê bi ser Şengalê de girt û êzîdî bi komî qetil kirin. DAÎŞ di 3'ê tebaxa 2014’an de ket Şengalê û bi hezaran êzidî qetil kirin. Bi deh hezaran jin û zarok revandin. Bi êrîşa DAÎŞ’ê re civaka Êzidî bi komkujiya 74'an re rû bi rû ma. Bi deh hezaran êzidîyên kal, pîr, jin, zarok hemû mal û milkên xwe hiştin, di qiyala germa havînê de tî û birçî xwe avêtin stara Çiyayê Şengalê. Hemû cîhanê ew temaşe kirin. Lê tu welatên cîhanê li dijî vê yekê dengê xwe nekir. 12 şervanên HPG'ê bi hawara Êzidiyan hatin û êzîdî ji komkujiyê rizgar kirin. Civaka Êzidî ew wekî “12 suyar" pênase kirin. Jin û ciwanên Êzidî piştî komkujiyê xwe bi rêxistin kirin û hêzên parastinên cewherî ava kirin. Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) û Yekîneya Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin. Jin û ciwanên ku xwe bi rêxistin kirin, di 13'ê mijdara 2015'an de dîsa  Şengal ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin. Êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî civaka Êzîdî di dîrokê de wekî “Fermana 74’eremîn" hat nasîn. Civaknasê Êzidî Azad Bariş, anî ziman ku Êzidî bi fermana 74'an re rû bi rû man û ev komkujiya fermanê hêj didome.    DAGIRKIRINA XEFTAN REŞAN   Civaknas Azad Bariş, bal kişand ser şefeqa ku DAIŞ Şengalê dagir bikin û wiha got: "Bi gotina êzidîyan ‘Ew tişta mezin' qaînat avisê roja nû bû. Şengaliyan xwe ji bo hilatiya rojê amade dikirin ku rojê pêşwazî bikin. Yên hêviya xwe bi tariyê ve girêdabûn, bi xeftanên xwe yên reş meşiyan ser zarokên agir. Wê rojê hêj agirê mezin nexistibûn kefa destê xwe û ji 72 milletan re dua nekiribûn, Xeftan Reşan cara 74’an Şengal dagir kirin û komkujî kirin.  Piştî tarî belav bû û ronî bi ser ket, hemû rastiya komkujiyê hat dîtin. Dema dîrokê 3'ê tebaxa 2014’an nîşan da ‘neferên melekê mirinê' li dijî wargeha hafizaya çanda gelan komkujiyek mezin pêk anîn. DAÎŞ  û hevkarên wê ev êrîşa komkujiyê wekî ‘Sefera pîroz a cîhanê' pênase kirin û li hemberî cemaeta Êzidîyan hovîtiyek pir mezin pêk anîn."     LI BER ÇAVAN KOMKUJÎ KIRIN'   Bariş, destnîşan kir ku dema DAÎŞ'ê Mûsil dagir kir, peyama komkujiyê ya "Vay ez têm" da û wiha axivî: "Dema DAIŞ ket Mûsilê êzidî bi fikar bûn. Ji ber vê yekê bê navber bang li hikûmeta Iraqê ya navendî û Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê kirin. Lê tu kesî ev banga wan cîddî negirt. Li şûna wan biparêzin çekê di destê wan de jî derxistin. Êzîdî bê parastin hiştin û reviyan. Kirîv, cîran û dostên Êzidîyan ên bi hevre li ser sifreyekê xwarin xwaribûn, roja komkujiyê amûrê kuştinê ji mala xwe derxistin û di ser dilê Êzidîyan de cit kirin. Wê rojê xwîna sor a Êzidîyan diherikî. Dîrok tu carî vê rojê ji bîr nake."    BI ÊRÎŞÊ BAWERIYA ÊZIDIYAN ŞIKANDIN    Azad Bariş, da zanîn ku bi êrîşa li dijî Şengalê, baweriya Êzidiyan a ewlehiyê şikandin û wiha berdewam kir: "Ew qas dost bûn. Ew qas di nava hevde bûn. Ew qas li ser sifreyekê xwarin xwaribûn. Lê çawa dibe yek bibe qatilê yê din. Ji bo mirov vê yekê fam bike divê mirov Êzidî be. Di cîhana Êzidîyan de îzahata vê yekê tune ye. Ji bo mirov vê yekê fam bike divê an Êzidî be, an jî yek ji aliyê qatilan be. Ji bo ew bawerî dîsa çê bibe divê bi rastiya xwe re rû bi rû bibin. Rastiya xwe qebûl bikin."    ‘DIXWAZIN KOMKUJIYA NÎVCO MAYÎ TEMAM BIKIN'   Bariş, destnîşan kir ku civaka Êzidî di dîrokê de yekem car xwe komî ser hev dikin û wiha lê zêde kir: "Êzidî piştî komkujiyê li hev kom bûn û hêza paratinê ava kirin. Ji komkujiyê ders derxistin û xwe bi rêxistin kirin. Li şûna cîhan wan biparêze, van êrîşên li dijî êzidî û axa êzidîyan berdewam kir. Li şûna welatên cîhanê bêjin ‘Xwe bi rêxistin bikin. Parastina xwe xurt bikin. Em ê hemû derfetan bidin we" dîsa bi bombeyan êrîşî axa êzidîyan kirin. Ji ber vê hişmendiyê YPŞ û YJŞ îro ji bo DYA û îranê wekî tehdît tê dîtin. Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê û Tirkiye bi heman çavî li wan dinerin û êrîşên xwe berdewam dikin. Ji destê Tirkiyeyê bê dê di rojekê de Şengalê dagir bike. Tirkiye bê navber Şengalê bombe dike û dixwaze komkujiya nîvro mayî temam bike."    'FERMANA 74’AN DIDOME   Azad anî ziman ku di ser fermanê re 6 sal borîn lê hêj fermana 74’an didome û wiha bi dawî kir: "300 hezar Êzidî ji cih û warên xwe koç kirin. Zêdeyî 10 hezar êzîdî hatin qetilkirin. Heta niha zêdeyî 100 hezar gorên komî hene Hêj Êzidîyên aqûbeta wan nayê zanîn hene. Êzidî firotin welatên her çar aliyê cîhanê. Komkujiya nîvco mayî didome. Komkujî ne tenê mirina bi komî ye. Divê mirov li berdewamiya pêvajoyê binere. Êdiyên ku dixwazin vegerin welat û warên xwe normal e ku bitirsin û fikra xwe biguherin. Ji bo êzidîyên koçî diasporayê kirin vegerin welatê xwe divê amadekariyên wê bên kirin. Divê ewlehiya wan bê stendin û bên parastin. Ji ber vê yekê fermana 74’an didome. Divê hemû kesên berpirsiyarê vê yekê bi rastiya xwe re bên rûqalî hev. 6 sal borîn lê hêj birînên Êzidîyan nehatiye kewandin. Hêj 300 hezar Êzidî li kampan dijîn. Hêj tenê ancak 20-30 hezar Êzidî li warê xwe vegeriya ne. 10 hezar Êzidî 6 salin li Çiyayê Şengalê bê av in. Bê dibistan û bê nexweşxane dijîn. Bê xwarin û bê vexwarin in. Ma ev ne şerma Kurdan e? Ma ne Şerma Hikûmat Iraqê ye? Ma ev ne şerma cîranan e? Hemû kes berpirsiyarê vê yekê ne. Rewşa heyî nîşan dide ku komkujiya li ser êzidiyan didome. Divê Kurd tifaqa xwe ava bikin û bi lez meseleya Êzidîyan çareser bikin. Divê Meclîsa Şengalê esas bê girtin. Divê bi wan re têkilî bên pêşxitin û bi hevre li çareseriyê bigerin. Divê Kurd destê xwe bavêjin vê meseleyê."    MA / Sadiye Eser