Di mehekê de li herêma Mêrdîn 7 jinan 'întîhar' kir 2020-08-03 09:00:35   MÊRDÎN - Li herêma Mêrdîn di mehekê de 7 jinan "întîhar" kirin. Bi dehan jin jî bi tundiyê re rû bi rû man. Têkildarî întîharan û daxwaza betalkirina Peymana Îstanbulê nûnerên rêxistinên jinan ên li Mêrdînê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên hikûmetê întîhar, tacîz, tecawiz û tundî zêde dibe.   Li Tirkiyeyê, li aliyekî her meh bi dehan jin tên kuştin. Bi sedan jin bi tacîz, tecawiz û tundiyê re rû bi rû dimînin. Li aliyê din hikûmet armanc dike ku Peymana Îstanbul ku rê li pêşiya tundiyê digire betal bikin. Nûnerên rêxistinên jinan ên Mêrdînê têkildarî zêdebûna întîharê û daxwaza betalkirina Peymanê Îstanbulê nirxandin kirin.    ‘SEBRA ME NEMA KU EM YEK JIN KÊM BIBIN’   Endama Platforma Jinan a Şahmaranê Eylem Amak, destnîşan kir ku di rojên dawî de li herêmê întîhar zêdebûne û got: "Ji ber polîtîkayên hikûmetê jin neçar in întîhar bikin. Ya jin bi zorê tên zewicandin, ya gef li wan tê xwarin û yan jî bi tundiya sîstematîk re rû bi rû dimînin. Jinên ku rêya çareseriyê li wan tên girtin, çareseriyê di întîharê de dibînin. Divê êdî kuştin bi dawî bibin. Divê rayedar dest ji vê siyasetê berdin û siyayaseta çareseriyê pêş bixin. Siyaseta afirîner dikare rê li pêş întîharan bigirin. Divê Peymana Îstanbul pêk bînin. Em wekî Platforma Şahmaran dê heta dawiyê li pey Peymana Îstanbolê bin. Êdî sebra me nema ye ku em jinek din jî kêm bibin.”    ‘EM DESTÛRÊ NADIN PEYMANA ÎSTANBUL BETAL BIKIN'   Ji Baskên Jinan a CHP’ê ya Mêrdînê Aygûl Kilic jî anî ziman ku îqtîdar bi pêşigirtina Peymana Îstanbulê tundî, tacîz, tecawiz û întîharê rewa dike û wiha axivî: "Di meha dawî de li Mêrdînê 7 jinan întîhar kir. Me têkîldarî mijarê rapor amade kir û em ê di rojên pêş de binirxînin. Polîtîqayên înkar, bişaftin, dercivakîbûn, rewakirina tundtiyê û aloziya aborî pirsgirêkên navxweyî zêde dikin. Peymana Îstanbul, li dijî van e. Peyman parastina jinê ye. Em destûrê nadin ku Peymana Îstanbul betal bikin. Li gorî daneyan di rojên dawî 17 hezar û 047 zarok bi destdirêjiyê re rû bi rû mane. Em destûrê nadin bersûc bê ceza bên hiştin."    ‘ÎSTÎSMARA LI DIJÎ ZAROKAN ZÊDE BÛ’   Rêvebera  rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Mêrdînê Munevver Ulker, bal kişand ser pêvajoya pandemiyêû wiha axivî:” Li Mêrdînê bi taybetî di pêvajoya pandemiyê de întîhara jinan zêde bû. Hejmar her ku diçe zêde dibe. Ev întîhar bi polîtîqayên hikûmetê ve girêdayî ne. Sedemê zêdebûna tundiya hişmendiya desthilatdar û polîtîqayên hikûmetê ne. Li gel tayînkirina qeyûman navendê jinanhatin girtin û xebatên me hatin astengkirin. Ev jî bû sedemê zêdebûna tundî, destavêjî û întîharan. Lê li tevî van astengiyanme dev ji xebatên xwe berneda. Niha li her deverên Tirkiyeyê îstîsmarkirina zarokan û tundiya li dijî jinan  zêde bû. Lê li şûna ku faîl bên cezakirin,  tên parastin. Peymana Îstanbul peymanek netewdewletî ye. Ev peyman li 45 welatan heye. Yek jê Tirkiye ye."    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’   Ulker, destnişan kir ku ew ê li dijî polîtîqayên hikûmetê têkoşîna jinê bi rêxistin bikin û wiha bi dawî kir: "Aşkereye ku hikûmeta AKP û MHP’ê ji hêz û têkoşîna jinan ditirsin. Ji ber vê jî her hemleyek wan a sîyasî vala derdikeve. Em HDP dê têkoşîna xwe mezin bikin. Em jin li her derê ne. Em ê li her derê dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' biqîrîn.”