Komeleya Jîn: Li tenişta jinên êzidî rawestin 2020-08-02 21:59:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi rasthatina salvegera komkujiya Şengalê ya 3`ê Tebaxê, Komeleya Jîn a jinan bang li hemû rêxistin û komeleyên jinan kir ku li kêleka jinên êzidî bisekinin û ji rêxistinên navnetewî yên têkildar xwest ku ji bêdengiya xwe derkevin û sînorekî li dijî binpêkirinên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê dînin.    Komeleya Jîn a jinan ku cihê wê Beyrût e, der barê mijarê de daxuyaniyek parve kir. Komeleya Jîn bang li hemû rêxistinên jinan kir u xwest li tenişta jinên Şengalê cih bigirin.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   Em salvegera 6`emîn a komkujiya 3`ê Tebaxê pêşwazî dikin, ku gelê êzidî bi giştî û jinên êzidî bi taybetî hatin hedefgirtin. Di komkujiya Şengalê bi hezaran jinên êzidî rastî revandin, firotin û tecawizê hatin. Tevahî cîhan li hemberî komkujiya çeteyên DAIŞ`ê bêdeng ma.   Tevî bangên jinan ên her salî jî da ku salvegera vê komkujiyê wekî "roja cîhanî ya qirkirina jinan" bê pejrandin jî, lê belê tu bersiv ji bangewaziyên wan re nehatiye. Ev yek bi zelalî durûtiya rêxistinên navnetewî yên têkildarî mafên mirovan û mafên jinan nîşan dide.   Bûyerên li Şengalê çêbûn kîna Erdogan û çeteyên wê ne şikand. Îro jî sûcên hovane li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi taybet li dijî Êzidî, Elewî û Xirstiyanan dûbare dikin û sûcan li dîroka xwe ya reş zêde dikin.   Em weke Komeleya Jîn a jinan destekdayîna ji gelê Êzidî re bi taybet ji jinan re diyar dikin. Em tekez dikin ku emê şopdarên rêya têkoşîna wan bin da ku bersiva komkujiya 3`ê Tebaxa 2014`an bi rêxitinkirin û avakirina yekîneyên taybet ji bo parastinê bidin. Em bang li hemû jinên rêxistin û komeleyên jinan dikin ku destekê bidin jinên Êzidî ji ber birîna Şengalê ne herêmê ye lê belê bûye dozeke navnetewî.   Em bang li rêxistinên navnetewî yên pêwendîdar dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin. Sînor ji sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê re ku tevlîheviyê li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkiyayê belav dikin, daynin.