YBŞ: Li dora YBŞ û YJŞ'ê kom bibin û parastina cewherî pêş bixin 2020-08-02 21:48:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya YBŞ’ê di salvegera komkujiya li ser Şengalê de, komkujî şermezar kir û got: “Em bang li gelê  xwe dikin ku li dora YBŞ û YJŞ’ê kom bibin û parastina xwe ya cewherî pêş bixin û rê li êrişên dijmin bigrin.”   Fermandariya YBŞ’ê di salvegera komkujiya li ser Şengalê de, komkujî şermezar kir. YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî bang li gelê Şengalê kir û xwest parastina cewherî xurt bikin.    Daxuyaniya YBŞ'ê wiha ye:    “Em di serî de tevahî şehîdên xwe ku bûne mertalên ji agir canê xwe fedakirine û bûne sembola têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkeriyê, bûne nasnameya rûmet û kerameta gelê xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînîn. Ked û berdelên şervanê azadiyê ku ji bona gelê me daye em tevahiya wan bi hûrmetên xwe silav dikin. Mirovên me yên ku ketine destê dijminê mirovahiyê de azad kirina wan soza me ye.    Em gelê Şengalê di rojên salvegera 6. ya Fermana 73 ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêkanîne de dijîn, di sala wê ya 7. de jî bi pêşengtiya şehîd Mam Zekî, Berxwedan, Zerdeşt, Pîr Hemîd, Nazê Naîf û Berîvanan de Iraka federal a Demokratîk û xweseriya Şengalê bi mezin têkoşînkirinê ve em ê pêk bînin.   Di serî de gelê me û raya giştî ya cîhanê baş dît ku li kêleka polîtika û sedemên êrîşkirina dijmin ya ser gelê me de bingehê xwe ji sedemê xwe ne rêxistin kirinê, hêza xwe ya cewherî ne avakirinê û siyaseta xwe nekirinê girte. Ji derveyî van sedeman, sedemekê dinê jî ev e ku  di fermana 73. de gelê me ji derveyî hêza xwe ya cewherî baweriya xwe dabû hinek hêzên dinê. Jiber ku, PDK ya ku di got, em ê Şengalê biparêzin di fermana 73. de pişta xwe li gelê me zivirand û reviya de, rolekê çawa leyîst, di serî de gelê me û tevahî gelan jî nêzda dît.   Gelê me ev jî baş dît ku di fermanê de kî xwedî lê derket, dest jê berneda û bedel da. Cardin dît ku kê îxanet lê kir pişta xwe daye û reviyan. Ji bona vê jî gelê me tûcarî keda şervanên azadiyê wê ji bîr neke û wê tûcarî ji rê nede ku êdî kesên ku îxanet lê kire li ser xaka Şengalê bijî.  Ev kesane di roja me ya îro de hewil didin ked û berdelên ku hatine dayîn reş bikin, dîsa xwe weke xwediyê civaka me didin nîşandan û li kêlekê jî vê fermanê ji bona xwe weke ticaret ji bi kartînin wê ne karbin xwe ji vê rûreşiyê xilas bikin.   Gelê me a niha ji fermanên ku hetanî niha hatine jiyîn dersên pir mezin derxiste, bi pêşxistina hêza xwe ya cewherî, siyaseta xwe meşandinê ve li ser esasê paradîgmaya netewa demokratîk hêza xwe ya cewherî pêktîne. Gelê me ê ku baş dizane bersiv dayîna herî mezin ya ji bona ferman û qetlîaman encex bi paradîgmaya netewa demokratîk ve û di vê çerçoveyê de bi pêkanîna Iraka Federal ya demokratîg û Xweseriya Şengalê ve wê bibe. Ev yek di fermana herî dawî ya 73. de baştir hat dîtin. Ji bona vê jî bi pêşxistina rêxistinkirina xwe ya cewherî ve li ser esasê parastina cewherî em ê rê nedin ku dijmin bigîhîje armanca xwe.   Di van 6 salan de hem jibo azad kirin hem jî ji bona parastina Şengalê ku bigîhîje aramiya xwe, hêzên me YBŞ û YJŞ’ê rolekê mezin leyîst. Li pey azad kirina Şengalê û aramiya wê bi dest xistinê, vegera gelê me jî hat jiyîn. Heyanî niha bi hezaran malbatên me vegeriyane Şengalê. Ev jî di dîroka gelê me de yekem care. Gelê me di qetlîmên berê de ku şansê vegera axa xwe ne di dîtin, piştî her qetlîamê û şûnde li ser axa xwe mecbûrê koçkirinê diman. Encex di ev fermana dawiyê ya 73. de hêzên me YBŞ û YJŞ’ê li gel berxwedayîna mezin ya gel, dawî li vê dîroka maqûl anîn. Ev jî bû wesîleya vegera gelê me. Viya bi xwe re, di çerçoveya paradîgmaya netewa demokratîk de di aliyê di serî de gelê me û tevahî gelên herêmê de heya hem xwe rêxistin kirin, siyaset meşandin û pêkanîna hêza xwe ya cewherî ve, ji bona tevahî gelên herêmê bû bingeha jiyankirina rehet û aramî. Di vir de para herî mezin ya têkoşîna bedew ya şehîdên me ye. Di vê têkoşîna 6 salan de ku eger me destkeftiyek bi dest xistibe û em gîhîştibin van roja ev bi saya berxwedan û têkoşîna di serîde Mam Zekî, Berxwedan, Dilgeş, Berîvan, Nûjiyan, Nazê Nayîf, Zerdeşt û bi dayîna nêzî 400 şehîdan ve pêk hate.   Di serî de dewleta Tirk ya faşîst û hevkarên wê ku ji 73 fermana encam dernexiste, em di roja îro de jî bi êrîşên wan re rû bi rûne. Em pêvajoyek wûsa jiyan dikin. Berxwedaniya gel û ya hêzên me YBŞ û YJŞ’ê çawa ku bi bersivdayînê ve fermana 73. ya 3 Tebaxa 2014 bê encam hişt, çawa ku ji bo azadkirina Şengalê û herêm gihandina aramiyê de me rolek mezin leyîste, di roja me ya îro de jî bi berxwedaniya bedew ya şehîndên me, em ê li berxwe bidin û em ê van êrîşa vale derxînin.   Bê gûman hişmandiya qirker û qetlîamker wê tûcarî ne sekinin û wê her tim bixwazin gelan di qetlîman re derbas bikin. Îro di serî de ji bo gelê me û gelên herêmê, xeteriya qetlîaman wê hertim berdewam bike.  Yanî çawa di sala 2014’de Ebubekîr El-Bagdadî li Mûsûlê xîlafeta xwe belavkir, îro jî Erdogan li Ayasofyayê xîlafeta xwe ji bo tevahî cîhanê ragîhand. Ev jî ji bona di serîde tevahî gelê me, gelê Ereb, gelên herêmê û Rojhilata Navîn dibe xeteriyek mezin. Hişmendiya faşîst ya AKP-MHP xîlafeta ku li Ayasofyayê îlankire ve bi êrîşa dagirkirina Rojhilata Navîn dest pêkire ve dide xûyakirin ku dest ji xeyalên xwe yên Osmanî û Mîsak-î Mîlî ber ne daye. Ev hişmendiya Erdogan, bi xwe re ji bo gelê me, gelê Ereb, gelê herêmê û tevahî gelan xeteriya El Kaîdê û Ihvan-î Mûslûm ditîne. Ji ber vê jî em hêzên YBŞ û YJŞ’ê di van 6 salan de bi pêşengtiya Mam Zekî, Berxwedan, Zerdeşt, Hemîd, Nazê û Berîvanan çawa me bi berxwedaniya mezin em bûn bersiv, îro ji berxwedaniya van şehîdên xwe yên pêşeng ve em ê mezin têkoşîn bikin û li hemberî van êrîşan em ê bibin bersiv.   Ji bona vê ji em bang li gelê xwe û gelê herêmê dikin; em dibêjîn werin em bi hevra di 7. sala fermana 73. de li devdorê hêza YBŞ û YJŞ’ê de em hêza xwe ya parastina cewherî pêş bêxîn, em pêşî li êrîşên dijmin bigirin û bi mezin têkoşîn kirinê, rêxistinbûyînê ve azadiya xwe bi parêzîn û mezin serbikevîn.”