Agirê bi Çiyayê Bestayê ketiye belav dibe 2020-08-02 19:41:07   ŞIRNEX - Agirê li Çiyayê Bestayê bi daristanê ketiye belav dibe. Duh agir bi 6 nokteyên cuda yên daristanê Çiyayê Bestayê ketin û her ku diçe agir li herêmê belav dibe.    Agirê duh li Çiyayê Bestayê bi daristanê ket belav dibe. Duh li Zozanê Şerevanê yê Çiyayê Bestayê li 6 nokteyên cuda agir bi daristanê ket. Agir bi 6 nokteyên cuda yên daristanê Çiyayê Bestayê ketin û her ku diçe agir li herêmê belav dibe. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku eskeran agir bi daristanê xistiye. Şêniyan anîn ziman ku agir li herêma Şerevan, Çemê Mezin, Xare Kuna û 3 nokteyên cuda belav dibe. Welatiyan anîn ziman ku heta niha tu kesî mudaxileyî şewata daristanê nekirine.