Girtiyê bi Covît-19 kes çend roj şûnde rakirin nexweşxaneyê 2020-08-02 15:10:09   WAN - Girtiyê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê Naîm Turkoz ê bi şewba vîrûsa corona ket çend roj şûnde rakirin nexweşxaneyê. Bavê Naîm, Suleyman Turkoz, xwest bê kêmasî kurê wî bê tedawîkirin û başkirin.    Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî Naîm Turkoz, bi vîrûsa corona (Covît-19) ket. Li ser hewldana parezeran piştî çend roj bi nexweşiyê ket duh rakirin Nexweşxaneya Navenda Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Dursun Odabaş a Wanê. Hat zanîn ku Turkoz niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.    HEFTEYEKÎ DERENG DEST BI TEDAWIYÊ KIRIN   Bavê Naîm Turkoz Suleyman Turkoz anî ziman ku hefteyekî dereng dest bi dermankirina kurê wî kirin û wiha got: "Ez beriya cejnê bi telefonê bi kurê xwe re axivîm. Min pirsa  'çiyê te heye?' kir, got 'Tiştekî min tune' lê dengê wî pir xerab bû. Westiya yî bû. Roja din rewşa wî bêtir xerab bû. Bi zorê di axivî. Bi zorê nefes dida û distend. Tedawiya kurê min hefteyekê dereng hiştin. Bi qasî me bihîst kurê min hefteyekî li Girtîgeha Tîpa F xistine qarantînayê. Li wir nehatiye dermankirin. Binerin mehên borî girtiyên edlî E efû kirin. Lê edalet ji bo her kesî lazim e. Bi aliyekî edalet nabe. Divê her tişt li gorî edalet û wîcdan be. Ez dixwazim kurê min bê kêmasî bê dermankirin."