Xwarziyê qeyûm û Uysaler ê sûcdarê êrişa zayendî hatin girtin 2020-08-02 15:06:46   MÊRDÎN – Di çarçoveya operasyona bertîlxwarina li Şaredariya Mêrdînê de yên hatin binçavkirin hejmara girtiyan derket 8 kesan. Xwarziyê qeyûm û polîs Ercan Uysaler ê sûcdarê êrişa zayendî  jî hatin girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de 9 payebilind ji ber bertîlxwarinê û karên ne yasayî birêve birine hatibûn binçavkirin. Muameleya derbarê van payebilindan de temam bû.   UYSALER Û XWARZIYÊ QEYÛM JÎ HATIN GIRTIN   Xwarziyê qeyûmê beriya niha bi demekê ji Mêrdînê hat girtin Mustafa Yaman, Yûnûs Emre Akça û polîs Ercan Uysaler ê sûcdarê êrişa zayendî kiribû û 11 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn jî di çarçoveya vê lêpirsînê de hatine girtin. Uysaler li Çorûmê tê binçavkirin û wî tînin Mêrdînê û ew bi sûcdariya êrişa zayendî û zîmetê hat girtin.   Her wiha kesek din ku navê wî nehat zanîn jî hatiye girtin û kesek jî hatiye berdan.   Midurê DEDAŞ’a Mêrdînê û Serokê Şîrketa Kent a Şaredariyê Mehmet Bûlût, Sînan Yildirim û sê rêveberên fîrmayên cuda hatibûn jî di çarçoveya vê operasyonê de hatibûn girtin.