Polisan zarokek birîndar kirin 2020-08-02 14:57:57   WAN – Duh li navçeya Erdîşê komekê merasîma şandina leşkeriyê li dar xist. Polisên ku hewl dan komê ji hev belav bikin, zarokekê birîndar kirin.    Duh li taxa Sahîlkentê ya navçeya Erdîşê ya Wanê, komekê merasîma şandina leşkeriyê li dar xistin. Polisan bi guleyan mudaxaleyî komê kir û wê ji hev belav kir. Li gorî angaştan, polisan dema guleberdana hewayê tu hişyariyê nekirine û bêserûber gule berdane. Di van kêliyan de guleyeke polisan ku pengizî li serçavê zarokê 15 salî E.Ç. ket.   Zarokê ku ji pozê xwe birîndar bû, li nexweşxaneyê kirin bin tedawiyê û hat hînbûn ku rewaş wî baş e.