Koordînasyona Heskîfê: Tayînkirina qeyûm bi Bendava Ilisûyê re girêdayî ne

img

ÊLIH – Koordînasyona Heskîfê diyar kir ku tayînkirina qeyûm ser Şaredariya Êlihê rasterast bi projeya Bendava Ilisû û projeyên HES’ê ve girêdayî ne û got: “Rûxandina qeyûmê serdema berê ku derket holê nîşaneya vê yekê ye.” 

Li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê nerazîbûn berdewam dikin. Rêxistinên siyasî û civakî yên sivîl jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Êlihê û binçavkirina hevşaredaran didin. Koordînasyona Heskîfê li dijî tayînkirina qeyûman daxuyaniyek nivîskî belav kir. Koordînasyonê ragihand ku tayînkirina qeyûmê Şaredariya Êlihê rasterast bi projeya Bendava Ilisûyê û projeyên HES’ê ve girêdayî ne. Koordînasyonê da zanîn ku ji ber vîrûsa koronayê li cîhanê gelek projeyên hilweşandinê bi awayek derbasdar hatine sekinandin û îqtîdara navendî ya Tirkiyê vê yekê veguherandiye fersendê. 
 
‘ŞAREDARIYÊN GELPARÊZ HAT DESTESERKIRIN’ 
 
Koordînasyonê destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûmên şaredariyên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Norşîn û bajarokên Halfelî û Gokçebagê îqtîdar dixwaze rêveberiya xwecihî hilde bin serweriya xwe û îradeya gel hatiye desteserkirin. Koordînasyonê got Hevşaredarên Êlihê yên niha binçavkirî ne di serî de li dijî projeya Bendava Ilisû û her cûre projeyên xwezayê talan dikir derdiketin û ji ber vê yekê jî bûne hedef. Koordînasyonê da zanîn ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û qeyûm tayînî ser vîna gel û şaredariyên xwedî feraseta gelparêz û şoreşger kirine û ji niha şûn ve dixwazin bi feraseta qeyûm birêve were birin. Koordînasyon ragihand ku ew wek Koordînasyona Heskîfê dibêjin ku bila demildest biryara tayînkirina qeyûm paş ve were girtin.