Nobeta Av û Wijdanê di roja 75'an de ye: Têkoşîna ji bo jiyanê

img

STENBOL - Li Çiyayên Kazê, "Nobeta Av û Wijdanê" di roja 75'an de ye. Welatiyên di nobetê de cih digirin, diyar kirin ku çalakiya wan "têkoşîna ji bo jiyanê ye" û gotin: "Li kuderê êrîşek hebe em ê li wir bin." 

Li Çiyayên Kazê, "Nobeta Av û Wijdanê" ku li dijî projeya madena zêr hat destpêkirin di roja 75'an de ye. Welatî û parêzvanên mafê jiyanê yên di çalakiyê de cih digirin, diyar kirin ku ew ê tim û tim li dijî êrîşên li hemberî ekolojiyê rawestin. 
 
'TÊKOŞÎNA JI BO JIYANÊ' 
 
Baran Dogan, destnîşan kir ku têkoşîna wan tenê ne ji bo Çiyayên Kazê ye, li dijî qada madenê ya li Mûnzûrê, li dijî kargeha sifir-zêran a li Cerattepeya Artvînê ye û li dijîa avakirina wargeha KYK'yê ya li Kavaklikê ye. Dogan, anî ziman ku çalakiya wan "têkoşîna ji bo jiyanê ye". 
 
Melîs Tantan jî, anî ziman ku çalakiya wan çalakiyeke dûr û dirêj e û got, ew ê tim bal bikişînin ser qirkirina xwezayê ya li Kîrazliyê. Tantan, bi bîr xist ku hin xebatkraên şîrketê û hin keya di 25'ê Îlonê de çûne Şaredariya Çanakkaleyê û çalakiya nobetê hedef girtine û got: "Şîrketê hin kes kirîne. 3 keyayên gund helw didin nobetê bêîtibar bikin. Ev bi destê şîrketê tê kirin. Dixwazin mirovan ji hev veqetînin û wir bêîtibar bikin." 
 
BANGAWAZIYA JI BO MÎTÎNGA ÇANAKKALEYÊ 
 
Fîlîz Tekîn jî destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê nobeta wan bidome. Tekîn, bilêv kir ku bi "Nobeta Av û Wijdanê" ew li dijî talana li Tirkiyeyê tê kirin dertên û ji bo mîtînga ku dê di 12'ê Cotmehê de li Çanakkaleyê bê lidarxistin bang kir. 
 
Xwendekarê zanîngehê û ekolojîst Ûmût Ûlû jî bilêv kir ku têkoşîna wan a li Çiyayên Kazê têkoşîneke mafdar e û got: "Heta em hebin, em ê tirsa kapîtalîzmê bin. Li kuderê êrîşek li ser ekolojiyê, li ser mafê mirovan û jiyanê hebe em ê li wir bin."