Dildarên Çiyayên Kazê wê di 10'ê Cotmehê de meşa xwe berdewam bikin

img

STENBOL – Endamên Piştevaniya Stenbolê yên ji bo piştgiriyê bidin dildarên Çiyayên Kazê xwestin ji Stenbolê bimeşin Enqereyê û rastî astengiya polisan hatin, diyar kirin ku wê meşa xwe piştî, kesên di 10'ê Cotmehê de li GAR'a Enqereyê hatin kuştin bibîr bînin, berdewam bikin. 

 
Çalakiya Dildarên Çiyayên Kazê ya li dijî şîrketa lêgerîna zêrên bi sîyanur a Madenvaniya Dogu Bîga ya girêdayî Alamos Gold a Kanadayê berdewam dike. 8 endamên Piştevaniya Stenbolê yên ji bo piştgiriyê bidin dildarên Çiyayên Kazê xwestin ji Stenbolê bimeşin Enqereyê. Le endamên piştevaniyê rastî astengiya polisan hatibûn. 8 dildar li Maltepe hatibûn binçavkirin. Têkildarî binçavkirina xwe daxuyanî dan. Endamên Piştevaniya Stenbolê piştî hatin berdan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, Seroka Şaxa ÎHD'ê Gulseren Yolerî û dildarên ku li Kirazliyê tev li nobeta Av û Wîcdan dibin amade bûn. Li salonê pankarta "Ne kesên ji bo parastina Çiyayên Kazê, kesên ku çiya talan dikin rawestînin" vekirin. 
 
Endamê Piştevaniya Stenbolê ya Çiyayên Kazê Kadir Suzen Golcu daxuyanî da û wiha got: "Astengkirina meşê li dijî hiqûqê û mafê mirovan e. Em di 5'ê Cotmehê wekî Piştevaniya Stenbolê ya Çiyayê Kazê li dijî talankirina xwezayê ya welatê me, li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê kom bûn. Me piştî bernameyê xwesti "Meşa Pêşerojê û Çiyayê Kazê" li dar bixin. Hevalên me yên ber bi Enqereyê ve de dest bi meşê kirin. 12 kîlometre şûnde 8 hevalên me li dijî hiqûqê hatin binçavkirin. Ençam çi dibe bila bibe emê mafê xwe yê rewa biparêzin. Her kes li gorî mafê xwe yê qanûnî dikarin çalakiyên aştiye li dar bixin. Dikarin meşan li dar bixin. Em ê meşa xwe piştî bîranîna kesên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin dîsa berdewam bikin. Em bang li her kesî dikin ku em bi hevre bimeşin. Werin em bi hevre bimeşin Çiyayên Kazê. 
 
ŞER ZERARÊ DIDE XWEZAYÊ 
 
Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum jî xwest her kes li dijî polîtîkayên hikûmetê û talankirina xwezayê bi hevre bimeşin û wiha got: "Em li cem hevalên xwe yên xwestin ji Stenbolê bimeşin Enqereyê cih digirin. Plana şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plana şerê topyekûn e. Ev şer ne tenê li dijî gelê Kurd e. Li dijî hemû gelê Rojhilata Navîn e. Ev şer hem zerarê dide mirovan û hem jî zerarê dide hemû xwezayê." 
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî xwest ji bo cîhanek her kes karibe lê bişî, her kes destên xwe bidin hev û bi hevre li dijî şer xwezayê biparêzin. Yollerî, da zanîn ku ew destûr nadin azadiya mafê mirovan bê astengkirin."