Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?

img
BALIKESÎR - Çalakiyên Nobeta Av û Wîcdan a li Çiyayê Kazê piştî Konseraı Fazil Say berdewam kir. Gelê herêmê jî çûn qada madenê û gotin: "Hûn çima ji bo şîrketên ku qada jiyana me wêran dikin, dixebitin." û pertekên xwe anin ziman 
 
Çalakiya Nobeta Av û Wîcdan a li Çiyayê Kazê ya li diji Şîrketa Alamos Gold a Kanadayî berdewam dike. Şevê din li qada Nobetê Fazil Say konser da. Beriya konserê niqaşên "bila nobet bi çadir bidome an bila bê çadir bidome" berdewam kir. Di çalakyia Nobetê de ji bangawazên çalakiyê Cîgirê Şaredariya Çanakkale jî di navde nûnerên 40 rêxistinên sivîl û civakî çalakiyê berdewam dikin. 40 rêxistinên sivîl di nava xwe de 13 kesên ku Koordînasyona Nobeta Av û Wîcdan ava kirine hilbijartine û li ser navê Platformê berdevkiyê dikin. Nûnerên Koordînasyonê beriya konserê niqaş kirin û pêşniyara rakirina çadiran kirin. Lê çalakgeran ev pêşniyar red kirin û xwestin çalakiya nobetê ya bi çadir berdewam bike. Piştî niqaşên dirêj ên forumê biryar dan ku ji bo konserê beşek çadir rakin û piştî konserê dîsa çadiran li çihê wan ava bikin. Piştî biryarê ji bo dikê beşek çadir rakirin û konser hat li darxistin. 
 
Endamên Koordinasyonê niqaşên çawa vê çalakiyê li çar aliyê welat belav bikin û tevlêbûnê çawa zêde bikin pêş xistin. Endamênr koordinasyonê diyar kirin ku çalakiya wan bi dawî nebûye û armanc dikin ku çalakiya li Çiyayê Kazê dest pê kir, li çar aliyê Tirkiye belav bikin. Her çend di foruman de niqaşên "Bila çalakî bi çadir be an bila bê çatir be" pêş bikeve jî gelek xwezaparêz dixwazin demek berî demekê biçin li gundan bigerin û rê li pêş xebatên madenê yên li gundan bigirin. Xwezaparêz dixwazin planên li dijî kanên madenê yên li gundan pêş bixin û li gorî wê çalakiyan li dar bixin. Piştî niqaşên forumê koma xwezaparêz hêza xwe xurt kirin û çûn gundê ewil ziyaret kirin. Koma ku çû gund ziyaret kirin ji aliyê gundiyan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Gundiyan çalakger dawetî sifreyên xwe kirin û li ser rê û rêbazên çalakiyan û pêşxistina planan niqaş kirin. 
 
BIRÎNA DARAN DIDOME
 
Li aliyê din li Girê Balabanê yê bi destê Wezareta Daristanê cewher tê derxistin birîna daran didome. Ji roja çalakiyê dest pê kiriye heta niha roj bi roj darênk li ser gir her ku diçe kêm dibin. Di nava karkerên ku girêdayî Wezareta Daristanê dixebitin karkerên ku ji Eskişehir û Edeneyê hatine jî hene. Karsaz û gelê herêmê yên li Herêma Balabanê kar karê şîrketê dikin jî bi gazinc in. Gelê herêmê diyar kirin ku herêm di aliyê xwezayê de pir xweş e. Lê pişti xebatên şîrketê ev xweşikbûn û delaliya wê winda dibe. Gelê herêmê bi fikar in ku piştî xebatên şîrketê ava vexwarinê tev jahrînî bibe û qadên jiyanê yên xwezayê tev talan û wêran bibin. Karkerên ku ji ber di qada kanên madenê de kar bi dest xistine kêfxweş in, rastî bertekên gundiyan ên "Hûn çima xwezaya me jahrînî dikin. Çima xizmeta şîrketa ku axa me jahrînî dikin dikin." 
 
Nobetê şevê din piştî konsera Fazıl Say berdewam kir. Di niqaşan de derket holê ku piştgiriya gelê herêmê nebe nikarin çalakiyên xwe berdewam bikin. 
 
MA / Zemo Aggöz – Esra Solin Dal