Gelê Çiyayê Kazê: Em naxwazin jahrînî bibin

img

BALIKESÎR - Gelê herêmê yên di Nobeta Av û Wîcdan de ne, diyar kirin ku bi salan e, ji ber talankirinê her der kirine çol û bang li Serokomar Erdogan kirin: “Werin bi çavê xwe bibînin. Em naxwazin jahrîni bibin." 

Li Çiyayê Kazê çalakiyên li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê berdewam dike. Bi sedan xwezaparêz ji 26'ê Tîrmehê de li Çiyayê Kazê Nobeta Av û Wîcdanê digirin û dixwazin talankirina çiya bi dawî bibe. Şîrketa herêmî ya Madenvaniya Bîga ya Rojhilat ku girêdayî Alamos Gold a Navenda wê li Kanada ye, li Gundê Kirazli yê Çanakkaleyê xebatên lêgerîna madenê berdewam dike. Maddeya suyanir ku ji zikê axê derxin piştî tev li avê bibe wê gelek zindiyên li ser ruyê erdê bikuje. Wê tenduristiya mirovan jî têxe talûkeyek mezin. Li aliyê din bendava Atikhisarê ku di bin ava siyanurê de bimîne jiyanê dixe talûkeyê. Li dijî xebatên şîrketê û lêgerîna suyanur, çalakî û nobeta ekolojîstan jî didome.  Nobeta parazvanên jiyanê ku di 26'ê Tîrmehê de dest pê kiriye 22 rojin didome. Her roj nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û welatiyên gundên der û dorê tên piştgiriyê didin nobedaran û li çalakiyan xwedî derdikevin. Çalakgerên di nobetê de jî heta daxwaza wan pêk bê nobeta xwe berdewam dikin. Ji çalakgerên ji roja ewil heta niha li ser piyan in û di nobetê de ne, Bahriye Duman û Fevzi Duman diyar kirin ku bi salan in li ser vê axê dijîn û naxwazin ev xweza û ax tune û wêran bibe. Fevzî Duman ê 68 salî ku li Çanakkale ji dayik bûye û mezin bûye, bi salan li Gundê Kulfa yê Navçeya Çanê jiya û piştre koçî Navçeya Kepezê kir. 
 
‘WÊ AVA VEXWARINÊ JAHRÎNÎ BIBE'
 
Duman diyar kir ku li vir çotkariyê dike û wiha got: "Piştî min bihîst zêrê bi suyanur li vir derdixin ez hatim vir. Em naxwazin hewa me, ava me, axa me û oksijena me biçe. Em naxwazin bi siyanur zêr derxin. Wê piştî demekê ava me li me bibe jahr. Bi taybetî em naxwazin çamên li vir jêkirn. Wê piştî demekê ava me ya vexwarinê bibe jahr û biherike. Em jahrê naxwazin." 
 
‘BILA SEROKOMAR WERE BI ÇAVÊ XWE BIBÎNE'
 
Duman, bang li Serokomar Erdogan jî kir û wiha got: "Ez bewer dikim ku agahiya dewletê ji vê yekê tune ye. Her der bûye çol. Ger ku kes dengê xwe neke wê vê daristanê tevî xelas bikin. Wê her derê bikin çol. Dibêjin 195 hezar darên çam. Pir zahmet e carek din ev çam wekî berê jîn bibin. Bila rayedarên dewletê werin vir bibînin. Ez bang li Serokomar dikim. Bila were li cihê wê bibîne. Em naxwazin xwezaya me û axa me tune bibe û wêran bibe." Bila gundî jî nebêjin me kar dît û bila kêfa wan neyê. Wê 10 sal şûnde vir bibe çol. Guneh e heyf e. Piştî li Gundê me Santrala Termîkê ava kirin 5 xizmên me ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dan." 
 
'EM NAXWAZIN ÇAMÊN ME JÊKIN'
 
Bahriye Dûman jî anî ziman ku nêzî 40 salin li GunDê Kulfa dijî û wiha got: “Em ava xwe ji Çiyayê Kazê vedixwin. Em naxwazin darên me yên çam jêkin. Ger ku maden derxin wê siyanur her derê jahrînî bike. Wê av û hewaya me jî xirêj bibe. Qadêm me yên jiyanê ji destê me digirin. Em dixwazin rê li pêş vê yekê bigirin. Em bang li dewletê dikin. Bila welat nebe çol." 
 
MA / Zemo Aggoz – Esra Solîn Dal