Gundê Yorukan ê 450 salî li dijî RES'an li ber xwe dide

img
ÎZMÎR - Yaylakoy a 450 salî li hemberî şîrketên RES'ê li ber xwe dide. Leyla Arici ku 80 sal in li Yaylakoyê ye, got: "Ancax mala min bi ser min de hilweşînin dikarin min ji vira derxînin." 
 
Li gundê Yaylokoy ê navçeya Karabûrûn a Îzmîrê, Santralên Enerjiya Bayî (RES), ocaxên keviran û çewligên masiyan jiyana mirov û giyaneweran tehdît dikin. Yaylakoy a 450 salî, bi KHK'yeke serokomartiyê wekî "herêma afetê" hat îlankirin û tê xwestin bê valakirin. Lê belê jêniyên gund û ekolojîst li ber xwe didin. 
 
‘ÇANDA YORUKAN TUNE DIKIN' 
 
Leyla Arici ku 80 sal in li Yaylakoyê ye, şivantiyê dike. Arici ku keç û kurê wê jî şivan in, li gund li dijî RES'an têdikoşe. Arici, bilêv kir ku çend meh in nikare heywanê xwe li gund biçêrîne û got: "Em heywanên xwe dibin çiyayên din. Lê li wira jî giya tune ye. Toza ji ber RES'an çêdibe ser mêrgên me nixumandiye. Heywan nikaring iya bixwin. Wexta dixwazin nexweş dikevin." 
 
Arici, got: "Li her derî kesên biyanî hene. Ne diyar in kî ne. Em naxwazin kesên xerîb li çiyayên me û mêrgên me bin." Arici, bilêv kir ku ew bi sewalvaniyê debara xwe dikin, lê belê niha cihek nemaye ku heywanên xw elê biçêrînin. Arici, anî ziman ku ji ber vê rewşê gelek malbat ji bo xwendin an jî xebitandinê zarokên xwe şandine bajarên din û bi vî awayî hêdî hêdî çanda yorukan tune dibe. 
 
Arici, destnîşan kir ku tê xwestin wan ji gundê wan derxînin û got: "Gundê me gundekî pir têkûz e. 50 sal berê erdhej çêbibû. Wê çaxê nêviya mala apê min jî xirab bibû. Lê ji wê çaxê ve tiştek nebûye. Ev hemû fihêlên Şîrketa Anonîm a Ceryanê ya Lodosê ne. Çav berdane gundê me. Dixwazin me ji gundê me derxînin da bi rihetî dîregên RES'an bi cih bikin. 80 salî me. Ji xeynî vira nikarim li cihekî din bijîm. Ne rê dizanim ne jî malê min heye. Ez ji mala xwe dernakevim. Ancax xaniyê min bi ser min de hilweşînin dikarin min derxin." 
 
‘TESÎRÊ LI SEWALVANIYÊ DIKE' 
 
Seroka Konseya Bajêr a Karabûrûnê Goncagul Karaagaç Ekîcî, jî diyar kir ku vira wan wekî herêma afetê hatiye îlankirin û tê xwestin bê valakirin. Ekîcî, diyar kir ku nexasim jî bi RES'an, bi ocaxên keviran û çewligên amsiyan hatiye dorpêçkirin ûg ot: "RES, devereke berfireh a Karabûrûnê dihebînin. Santralên li nav gundan hatine bicihkirin, qada jiyanê ya gundiyan desteser dikin. Santralên li Yaylakoyiyê, tesîreke mezin li sewalvaniyê dike." 
 
‘TESÎRÊ LI DARÊN ZEYTÛNAN JÎ DIKIN' 
 
Ekîcî, anî ziman ku li gundê Yaylakoyiyê ku 450 salî ye bizin tên xwedîkirin, lê belê ji ber gund bi RES'an hatiye dorpêçkirin heywan nexweş dikevin û got: "Ji ber toza RES'a heywan nexweşd ikevin. Heta niha gundiyan li mêrgên gund heywanên xwe diçêrandin lê niha nizanin wê li kuderê biçêrînin û ev yek tesîreke mezin li sewalvaniyê jî dike. Hin gundî mecbûr mane dev jis ewalvaniyê berdin. Mêrg ji bo sewalvanan deverine pir girîng in. Ji ber fiyetên êm biha ye gundî muhatcî mêrgan e. Lê belê REST tenê ne Yaylakoyiyê, tevahiya Karabûrûnê dihebînin." 
 
Ekîcî, bilêv kir ku li Karabûrûnê tenê ne sewalvanî mirov bi zeytûnvaniyê jî debara xwe dikin û ji ber tozên ocaxên keviran darên zeytûnan ber nagirin. 
 
Berdevkê Platforma Hawirdor û Çandê ya Egeyê (EGEÇEP) Husnu Dîllî jî, diyar kir ku di dozên li hemberî RES'an de ew bi ser ketine lê dîsa jî biryarên ÇED'ê hatine girtin. Dîllî, bilêv kir ku li behra Karabûrûnê Fokûyê Behra Spî, Monakûs hene. Dîllî, diyar kir ku giyanewerên behrî bi peymanên navnetewî hatine parastin û Tirkiye jî îmze daniye bin van peymana. Dîllî, anî ziman ku çewligên behrê yên li Karabûrûnê zirareke mezin didin Fokûyê Behra Spî û Monakûsan. Dîllî, got: "Di Adarê de bi biryarnameyeke serokmartiyê nîvgirava Karabûrûnê wekî qada Parastina Hawirdora Taybet hat îlankirin. Ev biryar tevî Kendava Ildirê tevahiya Karabûrûnê dihebîne. Li gor vê biryarê divê heta 2 salan ji xeynî şîrketên înşeatê yên ruhsata wan heye divê bzimareke jî nehata kutandin. Lê wisa xuya dike ev mevzûata qanûnî ji bo hin kesan nederbasdar e. Di serî de Şîrketa Ceryanê ya Lodosê, gelek şîrket RES'an çêdikin. Em dixwazin mewzûata qada Parastina Hawirdora Taybet pêk bê û ev binpêkirina qanûnî rawest e." Dîllî, destnîşan kir ku di serî de Konseya Bajêr a Karabûrûnê û gelê herêmê wê li dijî van pêkanînan têkoşîan xwe bidomîne.