Li Amedê sempozyuma çandiniyê: Em li axa xwe xwedî derkevin

img
AMED -  Komeleya Ekolojî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Endezyarên Çandiniyê û Kooperatifa Pêşxistin û lêkolîna Zanistiya Xwezayê û Kedê ya Jinê, li Navenda Kongreyê Sempozyuma çandiniyê li dar xistin. Di sempozyumê de xwestin li axê xwedî derkevin û biparêzin.  
 
Komeleya Ekolojî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Endezyarên Çandiniyê û Kooperatifa Pêşxistin û lêkolîna Zanistiya Xwezayê û Kedê ya Jinê, li Navenda Kongreyê Sempozyuma çandiniyê ya “Krîza avhewayê û serdestiya zexîre" li dar xist. Di sempozyumê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mızraklı, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nusrettin Maçin, nûnerên ode û komeleyan amade bûn. Di sempozyumê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mızrakli, anî ziman ku erdnigariya Mezopotamya di milê çandiniyê de pir girîng e û wiha got: "Evê em kesên li ser vê axê dijîn li ax, xweza û erdnîgariya xwe xwedî derkevin." 
 
Di sempozyumê de akademîsyen û pispor wê mijarên “Krîza Avhewayê û Ewlehiya zexîre", “Sewalkarî û çandiniya bi ewle" û “Ji Hevselê nerîna çandiniya bajar", “Nebatên li çiyê şîn dibin û adaptasyona peyzaja bajar", “Modelên rêxistinkirinia rençberên biçûk", “Kooperatifçîlîk”, “Ji hilweşînê ber bi çareseriyê çandinî" niqaş bikin. 
 
Sempozyum wê sibê jî bi gera li qada Baxçeyê Hewselê, Parzinandina Ava DİSKÎ û Komisyona Tovê Zexîre ya Komeleya Ekolojiyê bidome.