Her diçe Gola Wanê qirêjtir dibe!

img

WAN - Gola Wanê, her sal qirêjtir dibe. Heta niha ji bo vê meseleyê tu gavên mayînde nehatine avêtin. Şaredarî rojê 8-10 ton çop ji qeraxa golê berhev dike. Ev jî asta qirêjiyê nîşan dide. 

Qirêjiya li dora Gola Wanê her diçe zêdetir dibe. Nexasim jî di havînê de zêdetir qirêj dibe. Her çend bi hatina havînê re xebatên şaredariyan ên ji bo derdora golê zêde bên jî, lê belê ji bo çareserkirineke mayînde heta niha tu gav nehatine avêtin.  Midûrê Parastin û Kontrolkirina Hawirdorê yê Şaredariya Rêya Armûşê Şeref Sayin, diyar kir ku ew rojê 8-12 ton çop ji qeraxa golê berhev dikin. Sayin, destnîşan kir ku ew ji bo parastina tenduristiya gel û xwezayê tev digerin û di vê çarçoveyê de dest bi berhvkirina 350 hezar ton çopa çêbûye kirine. Sayin, got: "Di vê çarçoveyê de em tevî akîpmana xwe bi awayekî rûtîn peravan paqij dikin. Her cara em dixebitin em 8-12 ton çop berhev dikin." 
 
ÇARESERIYÊN MAYÎNDE 
 
Sayin, destnîşan kir ku divê ji bo qirêjiya Gola Wanê çareseriyên mayînde hebin û got: "Divê li Wanê rojek berî rojekê Tesîsa Entegrekirina Bermayiyan têkeve dewrê. Her wiha ji bo kanalîzasyon neherike golê, divê Tesîsa Dawerivandina Avê têkeve dewrê. Heta ev pêk neyên wê rê li ber qirêjiyê neyê girtin. Ji bo vê jî pêdivî bi plansaziyên nû heye."  Sayin bal kişand ser serwextbûyîna gel û got: "Armanca me ya sereke ew e ku mirov xwedî li xwezayê derkevin û qirêjî nekin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin."  Sayin, da zanîn ku wê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di nav vê hefteyê de "Plana Parastina Gola Wanê" aşkere bike û wê di çarçoveya bernameyê de tam hefteyekê bal bikişîne ser qirêjibûyîna golê.