Li Dersimê keriyên pezkovî û miyan di nav hev de ne

img
DERSIM - Li Dersimê keriyên pezkovî û miyan ku bi hev re diçirin hat dîtin. 
 
Li Dersimê ku ji aliyê floraya giya û jiyana çolistanê ve rengîn e, dîmeneke ku heta îro nehatiye dîtin derket holê. Li mezraya Çanakçi ya girêdayî gundê Aslanyûrdû yê navçeya Mazgirtê ya Dersimê Şivanê bi navê Celal Koçyîgît ku miyên xwe diçêrand, şahidiya çêrandina pezkoviyên ku li her dera Dersimê digerin a bi miyan re kir.  Koçyîgît ku wêneyê çêrandina pezkovî û miyan a bi hev re kişand diyar kir ku 15 sal in şivantiyê dike lê cara yekemîne şahidiya kêliyeke wiha dike. Koçyîgît destnîşan kir ku vê rewşê gelekî kêfa wî aniye û wiha got: "Di şêvaniya xwe de rastî gelek pezkoviyan hatime. Heta ku mirov bi wan nebe sewalên çolistanê xesar nadin mirov." Koçyîgît herî dawî jî daxwaz kir ku sewalên çolistanê yên Dersimê bên parastin.