Erdê çandiniyê werguherî sergo

img
ÊLIH – Erdên li ser girên derdora Êlihê bi gend û gemara ku hatiye avêtin werguherîne sergo. 
 
Erdên çandiniyê yên li derdora navenda Êlihê, di demên dawîn de werguherîne sergo. Van erdên ku ji bajar ve tên xuyakirin di saetên şevê de dibin wargehên welatiyên ku alqolê vedixwin. Welatiyên ku bi wesayîtan tên nav van erdan piştî ku alqolê vedixwin şûşeyên xwe yên alqolê davêjin derdorê. Ji berk u şûşe nayên komkirin erdên çandiyê ji gend û gemaran şûşeyan verguherîne sergo.
 
 Erdên ku bi şûşeyan werguherîne sergo pêşberî 3 dibistan û wargeheke xwendekaran e. Welatiyên hawirdorê jî bang li şaredariyê kirin ku erdan ji şûşeyan paqij bike.