Partiyên Siyasî: Ji bo rantxwuriyê Nemrût tê betonkirin

img
BEDLÎS – Partiyên siyasî yên Bedlîsê, bertek nîşanî avakirina avahiyên li derdora Gola Krater a Nemrûdê ku weke Qada Sîtê ya di Pîleya Yekemîn de hatiye îlankirin, dan û diyar kirin ji bo rantxuriyê derdora golê tê betonkirin. 
 
Mudiriyeta Herêma Wanê ya Parqên Neteweyî, di bin navê “Karê Sererastkirin Derdora Bîrdariya Xwezayî” de ji bo derdora Kaldera û Gola Krater a Nemrûdê biryara betonkirin û avakirina avahiyan dabû. Li ser bertekan, di meha tebaxê de betonkirin û avakirina avahiyan a li derdora Kaldera û Gola Krater a Nemrûdê hatibû rawestandin. Lê rojên borî careke din betonkirinê dest pê kir. Serokatiya Bedlisê ya Bajar a Partiya Demokrasî û Pêngavê (DEVA) ji bo rawestandina projeyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da û xwest ku kesên ku avahiyên bibeton lê dikin bên tespîtkirin û cezakirin. 
 
‘DIXWAZIN JI HIN KESAN RE RANTÊ PÊK BÎNIN’
 
Serokên HDP, CHP û DEVA’yê yên bajar ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û bertek nîşanî betonkirina derdora Kaldera û Gola Krater a Nemrûdê dan. Serokê DEVA’yê yê Bedlîsê Parêzer Bûrhan Aksoy, diyar kir ku li Qanûna Parastina Parqên Xwezayî li herêmê kutandina bizmarekî jî sûc e û wiha got: “Heta niha tenê daşir hatine çêkirin. Li gorî projeyê wê amfî, qadên rûniştinê û qadên bêhnvedanê jî bên çêkirin. Armanca vê jî ew e ku ji hin kesan re rant bê peydakirin. Gumana me ne dabînkirina van pêwîstiyan e xema ew e ku wê di demên pêş de li vir cafe û restoran jî bên çêkirin. Ji bo ku van kesan bên tespîtkirin û cezakirin me gilî kir.”
 
‘EM WEKE PROVAKASYON DIBÎNIN’
 
Serokê CHP’ê yê Bedlîsê Veysî Ûyanik jî destnîşan kir ku li herêmê lêkolîn kirine û tiştê ku tê kirin wan gelek xemgîn dike û ev tişt anî ziman: “Avahiya hatiye çêkirin li dijî Qada Sîtê ye. Em vê weke provakasyonekê dibînin. Li gorî me ev bidestxistina xwezayê û betonkirinê ye. Em ê li dijî bûyerên bi vî rengî têbikoşin. Em hezkirina vana ya şinahiyê dizanin lê ev şînahî ne şînahiya xwezayê şînahiya dolar e. Daşirên li herêmê divê li gorî xwezaya herêmê ango dar bin.”
 
‘RÊZGIRTINA WAN JI XWEZAYÊ RE TUNEYE’ 
 
Hevserokê HDP’ê yê Bedlîsê Rûmet Dûrsûn jî bi lêv kir ku gelek caran ji bo ku Kalderaya Nemrûdê ji turîzmê re bê vekirin xebatan kirine û wiha got: “Em li dijin ku li vî cihê weke bihuşt avahiyên bibeton bên çêkirin. Ev der Qada Sît e û sûc e ku li vir beton bê rijandin. Li ger bertekên gel jî careke din li herêmê beton rijandin. Ne ji miriyan re ne jî çandê re ne ji xwezayê re rêz digirin. Armanca bidestxistina rantê ye. Em ê ji bo ku avahiyên bibeton neyên lêkirin têbikoşin.”
 
MA / Mujdat Can