Li Gabar û Cûdî şewat

img

ŞIRNEX - Li qûntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket û şewata li Çiyayê Cûdî jî rû da bû dewam dike. 

 
Li qûntarên Çiyayê Gabarê ya dikeve pêşberî gundê Zêwê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê, agir bi daristanê ket. Piştî ku ji Qereqola Akdîzgînê gule hatin reşandin, şewatê rû da û her ku diçe şewat belav dibe. Hat diyar kirin ku bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin. Di şewata ku beriya niha demekê li daristanên gundê Deriyê Gabar, Deşta Dêrşew, Qernê, Bîrava, Memîrûka û bajaroka Findikê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê û li gundê Zivingû ya Şirnexê rû da bûn de, gelek dar û daristan şewitîbûn.  
 
ŞEWATA LI CÛDÎ JÎ DEWAM DIKE
 
Li aliyê din, şewata ku li 3 qadên Çiyayê Cûdî ya girêdayî navenda Şirnexê rû da bûn jî, dewam dikin.