30 hektar daristana Çiyayên Amanosê tev şewitî

img
HATAY - Li Çiyayê Amanosê ji ber agir bi daristanê ket, 30 hektor (300 dolim) qada daristanê tev şewitî. 
 
Li Çiyayê Amanosê li çar nokteyên cuda ji ber agir bi daristanê ket, 30 hektor (300 dolim) qada daristanê tev şewitî. Agirê bi daristanê ket, di demek nêzîk de li qadek fireh belav bû. Piştî mudaxileya 5 saetan agir xistin kontrolê. Di encama şewata daristanê de 30 hektar qada daristanê tev bû xwelî. Daristan hêj dişewite.