Li Amedê wê ji bo çêkirina hin avahiyan 3 hezar û 500 dar bên birîn!

img
AMED - Li texma Midûriyeta Herêmê ya 9'an a Rêbejahiyê, hin darên temenê wan sedsal in jî di nav de wê 3 hezar û 500 dar bên birîn. Dar, wê ji ber avahiyên ku dê nû bên çêkirin, bên birîn. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman, ji bo vê qadê got, zengilorka bajêr e û ji bo vê bang her kesî kir ku pêşî li ber vê pêkanînê bê girtin. 
 
Li Texma Midûriyeta Herêmê ya 9'an a Rêbejahiyê ya Amedê, devera ku 3 hezar û 500 dar lê ne wê avahî bên çêkirin. Ji bo vê jî wê darên li devera navbirî bên birîn. Ji van daran hin jê temenê wan sed sal in. Her wiha berê jî li heman texmê ji bo înşeata Mizgefta Navendê hezar û 500 dar hatibûn birîn. 
 
Li vê devera navbirî ku bi qasî 300 metreyî dûrî sûrên navçeya Sûrê ne, berê ji bo mizgeftê 28 hezar metrekare hatibû veqetand û Desteya Parastina Heyînên Çandî jî tescîla 11 berhemên dîrokî betal kiribû. Niha jî wê li heman herêmê, li qadeke 59 hezar û 189 metrekareyî ye, 4 blokên 8 qatî bên çêkirin. 
 
Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman, destnîşan kir ku li herêmê bi hezaran dar hatine birîn û avahiyên tescîlkirî hatine xerakirin û got, niha jî ji bo bedewamiya vê yekê wê 3 hezar û 500 dar bên jêkirin. Ûcaman, diyar kir ku ji bo jêkirina daran jî biryar hatiye girtin. 
 
Ûcaman, der barê avahiyên ku dê bên çêkirin jî got: "Lojmana heyî û avahiya pêvakî ya îdareyê jî di nav de 7 blok hatin xerakirin. Li şûna wan 4 blokên 8 qatî bên çêkirin. Wê 9 hezar û 500 metre jê qadeke girtî be, wê 4 hezar û 592 metrekare jî jêrzemîn be, du avahiyên pêveekî yên du qatî yên îdareyê bin û wê hear û 624 metrekare jî lojmanên midûran bin. Her wiha ji bo 66 wesayîtan jî wê otoparkeke girtî û galeiryê wan bin." 
 
WÊ BAJAR JI GERMA BIQEMIRE 
 
Ûcaman, bal kişand ser girîngiya vê herêmê jî û ji bo wê got, "zengilorka" bajêr e. Ûcaman, destnîşan kir ku heger li pêşiya engilorka bajêr "bariyerên betonî" bên çêkirin wê bi sedan darên ku temenê wan di ser nîvqirnî re ye tune bibin. Ûcaman, diyar kir ku bi saya van darên li orta bajêr hewayeke paqij heye û bi saya van daran germahiya nava bajêr jî kêm dibe û got, lê wê bi asfalt û avahiyan bajar biqemire. 
 
DAREK JÎ TUNEYE 
 
Ûcaman, got: "Li pêşiya qada ku înşeata mizgeftê lê ye û bi hezaran dar hatine jêkirin, erdeke rût heye. Lê ji dêvla ku mizgeftê li nav vî erdê rût çêbikin, rabûn li cihê ku bi hezaran dar lê hene çêkirin. Ma ev ne dijminatiya bi xwezayê re ye?" Ûcaman, anî ziman ku heyeta ku Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê ava kiribû, xwestiye bi Midûriyeta Heêrmê ya 9'an a Rêbejahiyêr e hevdîtin çêkirine, lê belê di hevdîtinê midûr xwe nedaye ber pêwendîdanînê. Ûcaman, diyar kir ku xwestine bîbiriya "ev dijminê dîn in, li dijî mizgefta ne" belav bikin û bi awayekî bêhiqûqî projeya xwe xistine dewrê. Ûcaman, got: "Di kîjan dînî de destûra tunekirina bi hezaran daran heye?" 
 
BANGAWAZÎ
 
Herî dawî Ûcaman got: "Em diyar dikin ku em ê nehêlin bi hezaran darên me jê bikin. Ji bo vê jî em bang li rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelê xwe dikin ku di vî warî de bihesas tev bigerin." 
 
MA / Fethî Balaman