Ji bo avakirina kaniyên Mûnzûrê amadekarî

img
DERSIM - Helwesta kesên di holikên Avzêmên Mûnzûrê de firoşkariya seyyar dikin, ên li dijî xwezayê û mirovan rastî bertekan tên. Pîr Ahmet Şanli, diyar kir ku ev rewş bingeha xwe ji nêzîkatiyên ji nû de avakirina herêmê digire.
 
Avzêmên Mûnzûrê yên li navçeya Pulur a Dersimê, dibin gefa qirêjkirina firoşkarên seyyar dene. Firoşkarên seyyar ên di holikên derdora avzêman hatine avakirin hilberînên xwe diforişin kesên tên wê derê betlanê û seyranê, helwestên wan ên li dijî xwezayê û mirovan rastî bertekan tên. Welatiyên gundên derdora Avzêmên Mûnzûrê ji vê yekê aciz bûne. Avzêmên di bariya elewiyan de pîroz hatine dîtin, divê neyin qirêj kirin û xwezaya wê derbê paqij bê girtin. 
 
Li ser kevirên avzêman xwarina hatiye rijandin, şûşeyên naylon ên di avê de û hwd, bala mirovan dikişîne. Niştecihên gundan ji bo ku avzêm neyin qirêj kirin, çend caran ketin nava liv û tevgerê, lê ji aliyê kesên stant vekirine ve hatin astengkirin. Ev rastî bertekên welatiyên derdorê tê. 
 
LI SER QADÊN SÎT STANT AVAKIRIN
 
Endamê Mala Dervîs Cemal Pîr Ahmet Şanli, diyar kir ku bi destûra qeymeqamtiyê bi dehan stand hatine avakirin û ev zirarek mezin dide baweriya elewiyan û xwezaya herêmê. Şanli, bal kişand ser qirêjkirin û texrîbata li herêmê û wiha axivî: “Em bi komele û gundiyên dixwazin herêmê biparêzin re têdikoşin. Dixwazin avzêmên Mûnzûrê li rantê û ji nû de avabûnê vekin. Derbarê vê de proje hene. Ev proje wê zirarekê mezin bide xwezayê û baweriya elewiyan tune bike. Emê destûrê nedin van projeyan. Par tenê ji bo Avzêmên Mûnzûrê 37 stant hatin avakirin. Kesên par stant vekirin, bi demê re zêde bûn. Êdî rewş wisan bûye xweza nikare xwe biparêze. Heta ava vexwarinê ya vî gundî jî qirêj kirin.  Di ava vexarinê de firaqên xwe dişûn. Me ji kesên stant vekirin re got ev der qadekê sîtêye û divê stant lê venekin. Lê dîsan jî ava kirin.”
 
‘EMÊ DESTÛR NEDIN’
 
 Şanli, da zanîn ku hewl didin cihên baweriyên me, derxin îhalê û bi destê dewletê tune bikin û wiha  got: “Di 2 salên dawî de her tim projeyan pêş dixin. Dixwazin Avzêmên Mûnzûrê tune bikin. Lê ji bo parastina vê derê  çi ji destê me bê emê bikin. Em gundî û komele em ê destûrê nedin van projeyan.
 
PROJEYÊN DEWLETÊ YÊN AVZÊMAN
 
Avzêmên Mûnzûrê yên ji bo gelê herêmê pîrozin, bi îdîayên “ji bo tûrîzmê bên vekirin” ev demek di hedefê deye. Projaya ji aliyê Ajansa Pêşketina Firatê (FKA) a di çarçoveya koordinasyona Walîtiya Dersimê hat amadekirin de, ji aliyê Lijneya Hêremê ya Parastina Hebûn Çandî ya Erziromê ev di Hezîran a 2019’an de hat qebûlkirin. Piştî temam kirina projeyê, wê ketina qada avzêmê bi pere be. 
 
MA / Ayşe Surme