Di rojeva çapemeniya cîhanê de mijara koronayê

img
ENQERE – Hişyariya Serokwezîrê Îtalyayê ji bo welatên YE’ye, zextên li ser hikumeta Îngîlîstanê û karantinaya li Moskovayê mohra xwe li çapemeniya cîhanê dan. Tê gotin, ji ber ku wê 200 hezar kesên li DYA'yê ji ber vîrûsa koranayê bimirin rê li ber dirêjkirina sînordanînê vekir. 
 
Li gorî daneyên Zanîngeha John Hopkin li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa koronayê (Kovid-19) bi giştî 723 hezar pê ketine. Ji 34 hezar kesî zêdetir însan jiyana xwe ji dest dane. Amerîka veguheriye navenda pandemîna koronayê. Tê gotin di vê pêvajoyê de di navbera 100 hezar û 200 hezar însan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest bidin. Ev pêşdîtin bi raya giştî ya cîhanê re hat belavkirin. Pisporê nexweşînan ê payebilind ê Amerîkî Dr. Anthony Fauci, piştî ku eşkere kir ku li DYA’yê dibe ku nêzî 200 hezar însanî bimirin. 
 
Li cihê ewil ku vîrûsa koronayê lê peyda bû li bajarê Wûhana Çînê di 6 rojên dawî de kes bi vîrûsê neketiye. Li hin deveran dikan ji nüve vebûn. Şêniyên bajêr piştî du mehên ji malê derneketin, jiyana wan veguherî rewşek asayî. Li aliyê din hat rigihandin ku Japonya û Koreya Başûr ragihandine ku rêwiyên biyanî dê di têketinên welatên xwe de bisekinînin. Li Hong Kongê welatiyek ji ber karantînayê piştguh kiriye 3 meh cezayê hefsê lê birine. Li Hîndîstanê 81 milyon dolar destek ji bo herêma herî feqîr a Uttar Pradesh hatiye dayîn. Hat zanîn ku pere razandine hesabê 2 milyon û nîv însan. Li Hîndîstanê ji bilî nexweşxane û marketan her dever ev heftiyeke hatine girtin. 
 
DI ÇAPEMENIYA CÎHANÊ DE ROJEV KORONA YE 
 
Di rojeva çapemeniya cîhanê de mijara sereke vîrûsa koronayê ye. Çapemeniya cîhanê li ser vê mijarê germ rawestiyaye û nûçeyên balkêş radigihîne. Li gorî çapemeniya cîhanê hişyariya Serokwezîrê Îtalyayê ji bo welatên YE’ye, zextên li ser hikumeta Îngîlîstanê, û karantinaya li Moskovayê mohra xwe li rojevê dane. Li gorî medya cîhanê tê gotin ji ber ku 200 hezar kesên li DYA ji ber vîrûsa koranayê bimirin rê li ber dirêjkirina sînordanînê vekir.