Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê bang li hikumetan kir: Girtiyan berdin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê, ji ber belavbûna vîrûsa korona (Kovîd-19) bang li hemû hikumetan kir ku girtiyan berdin.
 
Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê ya paytexta Doha a Katarê dimîne, ji ber belavbûna vîrûsa korona (Kovîd-19) a li tevahiya cîhanê dibe sedema mirinan bang li hemû hikumetan kir. Yekitiyê, xwest ji ber vîrûsa koronayê hemû girtî bên berdan. 
 
Yekitiyê di daxuyaniya da de wiha got: “Divê bêmafî û zilma li ser girtiyan bê rakirin. Em dixwazin ku hemû bergiriyên ji bo tenduristiyê li welatan hatine girtin, bên bi cih anîn.”