Li Fransayê greva dîrokî di roja duyemîn de didome

  • cîhan
  • 12:00 6 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê greva dîrokî ku duh li dijî reforma teqawîtbûnê dest pê kir û zêdeyî 1.5 milyon mirov daketin qadan, grev îro di roja duyemîn de didome. 
 
Greva sendîkayan a li dijî reforma teqawîtbûnê bi beşdariyeke dîrokî ya ji sektorên bingehîn hemûyan pêk hat. Ji ber grevê ragihandin hema bêje Fransa rawestiya. Saziya rêyên hesinî SNCF, wesayitên ragihandina komî (metro, otobus û tramvay), ragihandiya rêyên hewayî, rafînerî, saziyên elektrîk û gazê, berhevkarên çopê, agirkuj, parêzer û perwerde, xebatkarên li sektorên bingehîn bi xurtî tevlî grevê bûn.
 
Li nêzî 250 herêmên Fransayê duh çalakî destpê kirin. Li gorî medya Fransayê beşdariya li vê grevê ji tevlîbûna greva dîrokî ya di sala 1995'an de hîn xurtir bû.
 
Li gelek bajaran bi deh hezaran kes tevlî bûn. Li gorî sendîkayan li paytext Parîsê 250 hezar kes, li gorî polîsan jî 65 hezar kes daketin qadan. Li Marsîlyayê jî li gorî sendîkayan 150 hezar kes daketin qadan. Li tevahiya Fransayê li gorî polîsan herî kêm 800 hezar kes û li gorî sendîkayan jî zêdeyî 1.5 milyon mirov daketin qadan. Li Parîsê zêdeyî 70 kes hatin binçavkirin. Li Lyon, Montpellîer û Toûloûseyê pevçûn qewimî.
 
Piştî roja serketî ya sendîkayan trafîka li SNCF'ê bi zehmetî dewam dike. Xebatkarên Rêyên Hesinî yên Neteweyî biryar girtin ku îro jî çalakiya xwe dewam bikin.
 
Midûriyeta Giştî ya Hewakariya Sivîl jî bang li şîrketên rêyên hewayî kir ku ji sedî 20 seferên xwe yên balafiran betal bikin. Şîrketa rêyên hewayî ya Fransayê Aîr France ji sedî 30 seferên xwe yên navxweyî û ji sedî 10 seferên xwe yên ji dûrahiya navîn betal kir.
 
Li tora ragihandina komî ya herêma Parîsê RATP'ê jî grev dewam dike. Li metroya Parîsê 10 xetên din hatin asêkirin. Her wiha seferên gelek otobus û tramvayan hatin rawestandin. Çalakiya grevê di roja duyemîn berdewam dike.