Sekreterê Giştî yê NATO'yê: Min bi Erdogan hevdîtin kir, em li ser pirsgirêkê dixebitin

  • cîhan
  • 14:13 4 Kanûn 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg, têkildarî şertê "YPG'ê" ku Tirkiye pê planên leşkerî yên NATO'yê bloqe dike ev tişt got: "Min duh bi şev bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtin kir. Ev kêliyên ku em niha diaxivin li ser pirgirêkê dixebitin."

Civîna Bilind a NATO'yê ku duh li paytexta Îngilistan Londonê dest pê kir, didome. Krîza ku, ji ber helwesta Tirkiyeyê ya ji bo erêkirina plana parastina welatên Baltikê şertê nasîna YPG'ê ya weke "rêxistina terorê" derpêş dike, di navbera tifaqê de derket, hê jî nehatiye derbaskirin. 
 
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, duh piştî hevdîtina çar alî ya bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson û Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan re ragihandibû ku ew qebûl nakin ku YPG'î bi temamî weke terorîst bê qebûlkirin û ev tişt gotibû: "Erdogan tevlî vêya nabe. Ev nelihevkirin îro ranebû. Nediyarbûnên di mijara Sûriyeyê de ji holê ranebûn, pêşanî têkoşîna li dijî teror û DAIŞ'ê ye. Ev vîn heye. Hevkariya ji bo penaberan jî divê bê domandin."
 
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg jî beriya Civîna Bilind a Lîderan a NATO'yê, têkildarî krîza ji ber helwesta Tirkiyeyê ji rojnamegeran re axivî. Stoltenberg, diyar kir ku welatên Baltikê û Polonya jî di nav de planên wan ên ji bo parastina hemû mutefîkan di meriyetê de hene û wiha got: "Ji vir wêdetir ne tenê plan hêza me ya leşkerî jî heye. Di dîroka me de cara yekemîn e ji bo parastina welatên Baltikê li qadê hêzên me yên ji şer re amade hene."
 
Stoltenberg da zanîn ku ji bo pirsgirêka rojanekirina planên parastinê dê çareserî bê dîtin û ev tişt anî ziman: "Min duh bi şev vê pirsgirêkê bi Serokkomarê Tirkiyeyê (Recep Tayyîp) Erdogan re hevdîtin kir. Ev kêliyên ku em niha diaxivin li ser pirgirêkê dixebitin."