Ji Trûmp pirsa 'Ma hewceye ku Tirkiye parçeyek NATO'yê be?' hat pirsîn

  • cîhan
  • 14:07 3 Kanûn 2019
  • |
img
ENQERE - Serokê Amerîkayê Donald Trûmp pirsa 'Ma hewceye ku Tirkiye parçeyek NATO'yê be?' wiha bersivand: "Divê ku ev di navbera endaman de bê nîqaşkirin."
 
Beriya Civîna Bildin a NATO'yê ku dê îro li paytexta Îngilistan Londonê dest pê bike, Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg re hat gel hev. Ji Trûmp pirsa 'Piştî êrîşa wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ma hewceye ku Tirkiye parçeyek NATO'yê be?' hat pirsîn. Trûmp vê pirsê wiha bersivand: "Divê ku ev di navbera endaman de bê nîqaşkirin."
 
Di berdewama daxuyaniya xwe de Trûmp ev tişt gotin: "Ez ji Tirkiyeyê hez dikim û bi serokkomarê wan baş li hev dikim. Ew endamek ango dê bibe endamek baş ê NATO'yê." 
 
'TÊKILIYEKE MIN A BAŞ BI MACRON RE HEYE'
 
Trûmp, têkildarî daxuyaniya Serokkomarê Fransayê Emannûel Macron ku gotibû, 'Mirinê mêjiyê NATO'yê pêk hatiye' jî ev daxuyanî da: "Têkiliyeke min baş bi Macron re heye lê tiştên ku divê nebêje dibêje."