Çalakiya dostên kurdan sefera THY'ê betal kir

  • cîhan
  • 13:02 13 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dostên kurdan êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhişlatê Sûriyeyê li balafirgeha San Franciscoyê şermezar kirin û sefera THY'ê ya Stenbolê betal kirin.
 
Bertekên ji bo êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin û berdewam dikin. Li Balafirgeha San Franciscoyê ya Naventeweyî ya bajarê San Franciscoyê yê parêzgeha Calîforniyayê li dijî êrîşa Tirkiyeyê çalakiyek hat lidarxistin. Bi hezaran dostên kurdan bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê dan û li gîşeyên Rêyên Hewayî ya Tirkiyeyê (THY) Tirkiyeyê şermezar kirin. Çalakgerên ku pankart û dovîzên dijberî şer hilgirtin, timik dûrişmeyên mîna "Bijî Bijî Rojava" , "Xwedî li Rojava derkeve" , "Ji bo Rojava şer bike" û "Ji bo Rojava dest bidin hev" berz kirin.  
 
Li gel hemû astengiyên polisan jî dostên kurdan çalakiya xwe domandin û rêya li pêşiya gîşe THY'ê girtin û kirin ku sefera THY'ê ya Stenbolê betal bibe. 
 
Çalakiya destnîşan kir ku dê çalakiyên xwe yên bi vî rengî bidomînin.