Li Burukina Faso êrîşî mizgeftê kirin: 16 kes mirin

  • cîhan
  • 19:49 12 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên ewlehiyê yên Burukina Faso, diyar kirin ku kesên çekdar li dijî mizgeftê êrîş li dar xistine û 16 kesên li mizgeftê îbadet dikir jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jî birîndra bûne. 
 
Li gorî nûçeya çapemeniya herêmî hat diyar kirin ku li Burukina Fasoyê li dijî mizgeftekê êrîşa çekdarî hatiye li dar xistin. Hat zanîn ku kesên çekdar ên nasnameya wan nehat zanîn li gundê Salmossî yê bajarê Oudalanê kêrîşî mizgeftê kirine. Di êrîşê de 16 kesên li mizgeftê îbadet dikirin hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.