Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin

  • cîhan
  • 15:23 16 Tebax 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Idlibê li navenda Ambulansê xistin. Di êrîşê de 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin. 

 
Li gorî çavkaniyên herêmî balafirên şer ên Rûsyayê li Navenda xizmetkarên tenduristiyê ya Rexistina Civaka Medîkal a Amerikan ya li Idlibê xistin di bûyerê de 3 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan. 
Balafirên şer ên Rûsya li herêma Hurmeh a Ma’aretê ya Idlibê, li navenda ambulansê xistin û 3 xizmetkarên tenduristiyê kuştin. Civaka Medikal a Amerikan têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşa hewayî de navenda ambulansê 6 caran bûye hedef û navenda tenduristiyê hilweşiya ye. 
 
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşa dawî ya li Idlibê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
DI 8 SALAN DE 850 XIZMETKARÊN TENDURISTIYÊ HATIN KUŞTIN
 
 
Li gorî daneyên fermî ji sala 2011'an heta niha li Sûriye 850 xizmetkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbkûyî Antonio Guterres xwest têkildarî êrîşên li dijî dibistan, nexweşxane û klinikên li Idlibê pêk tên lêpirsîn bê vekirin.