Li Çînê bager rabû: Herî kêm 28 kes mirin

  • cîhan
  • 14:14 11 Tebax 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN  - Li Çînê bagera mezin rabû. Herî kêm 28 kes mirin û 20 kes jî winda ne. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Çînê Xinhua li edayeta Zhejiang ya Rojhilatê Çînê bagera mezin rabû. Di bagera mezin a Lekima de herî kêm 28 kes mirin û 20 kes jî winda ne. Kesên li bajarê Wenzhou li herêma Yongjia mirin ji ber bagerê leherî rabû û ax xuşikî jiyana xwe ji dest dan. Piştî bagera mezin rabû, 1 milyon kesan cihê xwe vala kirin û li herêmê bi ewle bi cih bûn. Hat diyar kirin ku heta 5 milyon kes ketine bin bandora bagerê. Bagera ku xiza wê heta 187 kilometre zêde dibe, dibe ku li Anhui, Fuijan, Jiangsu Zhejiang û bajarê Şanghay ku yek ji bajarê Çînê yê herî mezin e bibe sedema baranê. Ji ber bagera zêde 288 seferê teyaran, bi sedan seferê feribot û trenan hatin betalkirin.