Her mehê 2 ziman winda dibin

  • cîhan
  • 11:25 10 Tebax 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî (NY), bi minasebeta Roja Gelên Xwecih ên Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku piraniya zimanên gelên xwecih bilez ji holê radibin û her ji serê du hefteyan zimanek ji holê radibe. Mehê 2 ziman winda dibin. 
 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bi minasebeta Roja Gelên Xwecih ên Cîhanê daxuyanî weşand û got serê du heftiyan carekê zimanekî xwecih ji holê radibe.  Sekreterê NY'ê Antonio Guterres, anî ziman ku bi her zimanekî yê ji holê radibe, rêz û rêçik û dîrok jî ji holê radibe û wiha got: "Ji bo berevaniya li gelên xwecih, wê destekê bidin her cure insîyatîfê. Li ser rûyê cîhanê li 90 welatî 370 gelên xwecih dijîn û herî pir polîtîkayên cihêkariyê li ser wan tê kirin. Xwecih ji sedî 5 yê nifûsa cîhanê ne, lê 15 ji 100’î yê mirovên ku polîtîkayên cihêkariyê li ser wan tê kirin û têne marjînalkirin ji gelên xwecih pêk tê. Ango, li gorî gelên din zor û zehmetiya li ser wan 3 caran li zor û zehmetiya li ser civakên din e." 
 
Guterres anî ziman ku li gorî daneyên NY’yê beşekî mezin ê wan zimanên ku her sal ji holê radibin, di serî çermsorên ku naxwazin qadên xwe jiyanê berdin, ji hêla gelên xwecih ve têne axaftin û wiha bi dawî kir: "Her çendî piranî 6 hezar û 700 zimanî ji hêla gelên xwecih ve were axaftin jî, her sal bi dehan ziman ji holê radibin. Gelên xwecih her wiha temsîla 5 hezar çandên cuda dikin. Lê di serî de li Brezilya, Kanada, DYA û li welatên Asya, Afrîka, Okyanosya û Ewropayê dixwazin xwe bigirin, bi taybetî ji ber ku dest li ser qadên wan ên jiyanê tê danîn taloke li ser wan heye. "