Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan

  • cîhan
  • 13:48 11 Hezîran 2019
  • |
img
ENQERE - Parlementerê Sînn Fêîn Paûl Maskey, diyar kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê berdan û banga dikin ku ji nû de hevdîtin bên destpêkirin. 
 
Parlementerê Sînn Fêîn Paûl Maskey, peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên bi navbeynkariya parêzerên xwe ji raya giştî re şand, di Ajansa Mezopotamya (MA) de nirxand. 
 
Maskey, diyar kir ku divê bi tamamî tecrîd rabe û wiha axivî: “Ez dixwazim ku tecrîda li ser Rêberê siyaseta Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. Me banga Ocalan a  ji bo bi dawî anîna grevên birçîbûnê bi keyfxweşî pêşwazî kir. Divê bi giştî tecrîd rabe.”
 
Maskey, di dewama  axaftina xwe de bang li hikumeta Tirkiyeyê kir  û wiha got: “Weke Partiya Sînn Fêîn, em bang dikin ku hikumeta Tirkiyeyê demildest Abdûllah Ocalan berde. Em dixwazin û bang dikin ku ji nû de hevdîtin bên destpêkirin. 
 
‘EDELAT DÊ AŞTIYÊ BÎNE’
 
Maskey, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bi ferasetên pevçûnan çareser nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê pêvajoyek çareseriyê bê destpêkirin. Ev yek jî, çareseriyên siyasî, aştiyek adîlane û daîmî dê li Tirkiyeyê pêş bixwe.”