Serokê Iraqê: Em amadene ku navbeynkariya DYA û Îranê bikin

  • cîhan
  • 11:58 9 Hezîran 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Iraqê Adîl Abdulmehdî yê bi Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Hîko Maas re hatin gelhev, got: “Em piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo îstîkrarên herêm û cîhanê. Di vê  çarçoveyê de, em amadene ku şande û peyamên xwe ji bo Waşhîngton û Tahranê bişînin.”
 
Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Heîko Maas ê derket geşta Rojhilata Navîn û dest pê kê çû Iraqê, duh li paytexta Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salîh re û dûre bi Serokê  Iraqê Adîl Abdulmehdî re li hev civiyan. Serokê Iraqê Adîl Abdulmehdî, di hevdîtina bi Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Hîko Maas kir de, diyar kir ku ew piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo îstîkrarên Bextad, herêm û cîhanê. Serokê Iraqê di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ew amadene ku şande û peyamên xwe ji bo Waşhîngton û Tahranê bişînin.
 
Serok Abdulmehdî, dest nîşan kir ku ji bo gelê herêmê ji krîzan bi bandor nebe, divê muzakeriyên di navbera Îraq û Elmeyan de dewam bikin.  Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Maas, piştî hevdîtina Serok Abdulmehdî, bi Wezîrê Karê Derve re Mûhammed Alî El Hekîm re hevdîtin kir. 
 
WEZÎR MAAS DÛRE DÊ DERBAS ÎRANÊ BIBE
 
Maas ê ji ber rewşa ewlekariyê ji berê de serdena xwe ya Iraqê aşkere nekir, dê roja Dûşemê derbasî Îranê bibe û ji wir jî dê biçe Emîrtiyên Erep ên Yekgirtî û Urdunê.