‘Li dinyayê 700 milyon însan hêj birçî ye’

  • cîhan
  • 10:40 20 Cotmeh 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYA – Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Zexîre û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî Çu Dongyu diyar kir ku di 75 salan de karên baş hatine kirin û li gel van karên baş jî li dinyayê hêj 700 milyon însan birçî ne û ev yek bi şewbê re xerabtir bûye.
 
Dîrekterorê Giştî yê Rêxistina Zexîre û Çandiniyê (FAO) ya Neteweyên Yekbû (NY) Çu Dongyu bi wesîleya salvegera 75’emîn a damezrandina FAO’yê bi rêya vîdeoyê peyamek weşand. Dongyu destnîşan kir ku li dinyayê 700 milyon însan birçî ne û bi hatina şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) re rewş xerabtir bûye. Dongyu da zanîn ku avakirina FAO’yê xwedî dîrokek girîng e û avakirina vê ji bo gel û netewên dinyayê hemûyan fikrek şoreşgerî bû. Dongyu anî ziman ku di nava van 75 salan gelek tiştên baş birêve birine lê bele di roja îroyîn de hejarî û feqîrî li dinyayê heye. Dongyu diyar kir ku ji bo ew birçîbûn û feqîriyê bi dawî bikin pêdivî bi xebatek hevpar heye.