Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbesê li hev kirin

  • cîhan
  • 10:49 10 Cotmeh 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ragihand ku Azerbaycan û Ermenîstanê li ser Qerebaxa Çiyayê li hev kirin.
 
Wezîrên karê derve yên Azerbaycan û Ermenîstanê duh li ser banga Rûsyayê li Moskovayê li hev civiyabûn. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ragihand ku Azerbaycan û Ermenîstanê di vê civînê de li ser mijara agirbestê li hev kirin. Hat diyar kirin ku agirbest wê îro saet 12.00'an bikeve meriyetê û li gorî lihevkirinê, wê her du alî jî, girtiyên hev berdin û cenazeyan îade bikin.