Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin

  • cîhan
  • 17:00 3 Cotmeh 2020
  • |
img
ENQERE - Di Lijneya Giştî ya Îtîfaqa Hur a Ewropa de, bi armanca piştevaniya HDP’ê gelek biryar girtin û bang li Tirkiyeyê kirin ku li gorî Destûra Bingehîn tev bigerin û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan pêk bîne.
 
Di Lijneya Giştî ya Îtîfaqa Hur a Ewropa (EFA) de, pêşnûmeya biryaran a der barê piştevaniya HDP’ê û Tirkiyeyê de hatin qebûlkirin. Lijneya Giştî ya EFA, bang li Tirkiyeyê kirin ku li gorî Destûra Bingehîn tev bigerin û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan pêk bîne. Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê biryarên hatin girtin bi raya giştî re parve kir. Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve Hişyar Ozsoy jî dema pêşnume dihat niqaşkirin tev li lijneya giştî bû û der barê geşedanên siyasî û êrîşên li ser HDP'ê agahî parve kirin.  Lijneyê di biryarê de bang li Tirkiyeyê kirin ku li gorî Destûra Bingehîn tev bigerin û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan pêk bîne.