Li Afganistanê lehî rabû: 15 jê zarok 16 kes mirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Afganistanê ji ber barana zêde lehî rabû û 15 jê zarok 16 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan.
 
Li bajarê Nangarhar ê rojhilatê Afganistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber lehiyê 15 jê zarok 16 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku ji bilî mirina 4 kes jî ji ber lehiyê birîndar bûne. 
 
Her wiha hat gotin ku lehiyê xesareke mezin daye malên li herêmê.